Misr: Êrîş ne ya qebûlkirinê ye
Misrê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê da.
Misrê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê da.
Wezareta Karên Derve ya Misrê derbarê êrîşa li ser Efrînê daxuyanî da û got ku ew êrîşên leşkerî yên ku Artêşa Tirk li dijî bajarê Efrînê yê li bakurê rojava yê Sûriyê pêk tîne qebûl nakin û êrîş wekî binpêkirineke nû ji xaka Sûriyê re bi nav kir.
Wezareta Karên Derve ya Misrê her wiha got êrîşa dewleta Tirk hewldanên çareseriyên siyasî û şerê li dijî terorê li Sûriyê rûxandin û wiha got: "Helwesta Misrê derbarê ne qebûlkirina rêbazên leşkerî diyare. Ji ber êrşa birayê me yên gelê Sûriyê zêde dike. Tevlîbûna hemû aliyan di xebatên çareseriya siyasî d3e bê dûrxistina tu aliyan ji boparstina xaka Sûriyê girîngiyeke."
Li aliyê din baskê jorîn ê parlamenta Rûsyayê, Alîkarê Serokê Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ya Konseya Federasyonê Frants Klîntsevîç got, "Rûsya wê li Neteweyên Yekbûyî bixwaze ku Tirkiye dawî li tevgera xwe ya li dijî Efrînê bîne."