89 parêzvanên mafên mirovan ên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê belavokek weşandin û ji raya giştî ya navneteweyî re gotin, "Dewleta Tirk sûcAê şer dike. Divê li dadgehên navneteweyî were darizandin."
Salih Nikbext, Mistefa Ehmediyan, Arêş Fetahî Bokanî û Sidiqe Hûcetpena jî di nav de, parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku li gorî qanûnên navneteweyî ti rewabûna vê hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirinê nîne.
DEWLETA TIRK SÛCÊ ŞER DIKE
Di belavoka hevpar de hat destnîşankirin ku ev gava dewleta Tirk binpêkirin û destwerdana li sînor e û hat gotin, "Ev gav, destavêtin e. Divê li dadgehên navneteweyî were darizandin. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û ti dewletan wezîfeya xwe bi cih neanîn. Em weke parêzer û parêzvanên mafên mirovan ên Îranê, ji raya giştî ya navneteweyî dixwazin ku ji bo dawî li vê dagirkeriyê were anîn, gavê biavêje. Dewleta Tirk sûc dike. Divê hesabê vî sûcî were pirsîn. Hêzên navneteweyî dikarin vê bikin."
MIROVÊN BI ŞEREF ÊN CÎHANÊ DIVÊ BI ERKA XWE RABIN
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên ji bo aştiyê têdikoşin hate kirin ku ji bo Efrînê bi hesas bin û hat gotin, "Em aştîxwaz, wezîfe û berpirsyariya exlaqî û însanî tînin bîra her dewlet, sazî û rêxistinan. Divê êrîşên dewleta Tirk tavilê werin sekianndin. Yekane tişta ku ji mirovên bi şeref ên cîhanê û parêzvanên mafên mirovan ên cîhanê tê xwest ku ji bo Efrînê dengê xwe bilind bikin."