Mînîbusa karkerên demsalî li Dîlokê qelibî

Mînîbusa karkerên demsalî li Navçeya Nûrdagi ya Dîlokê qelibî, 8 kerker birîndar bûn.

Li navçeya Nûrdagi ya Dîlokê di encama teqîna tekeleyê mînîbûsa karkerên demsalî li nav de 5 jê jin, 8 karker birîndar bûn. Qeza ser rêya Nûrdagi-Dîlokê pêk hat. Mînîbusa bi plakeya 01 VN 179 a ku Halît Gul ajokar karkerên demsalî ji Osmaniyeyê dibir Dîlokê ji ber teqîna tekeleyê wê ji rê derket û qelibî. Gelek ambûsans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Li cihê bûyerê li gel ajokar Halît gul, ji heman malbatê Halît, Sebîha, Kevî, Belkîse, Nadra û Leyla Gul û Mahsûm Delîdolû birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansên hatin cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyên cuda.