Milîsên YPS JIN depoya marketa zincîran da ber agir
Milîsên Şehîd Ekîn Amanos ên YPS JIN’ê ragihand ku wan li Stenbolê depoya marketeke zincîran daye ber agir.
Milîsên Şehîd Ekîn Amanos ên YPS JIN’ê ragihand ku wan li Stenbolê depoya marketeke zincîran daye ber agir.
Milîsên Şehîd Ekîn Amanos ên YPS JIN’ê daxuyaniyek nivîskî dan û ev tişt diyar kirin: “13’ê Tebaxê di saet 17.00’an de me depoya marketa zincîran a li Kolana 1584’an a li Taxa Akçaburgaz a Esenyurt a Stenbolê, bi rêbazên taybet da ber agir.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin: “Di şexsê Fermandar Egîd de em li hember hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û 15’ê Tebaxê cejna xwe ya vejînê ya neteweyî pîroz dikin. Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî, li dijî rejîma faşîst û mêtinger şerê xwe bidomînin.”