Milîsên HBDH’ê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî lidar xistin

Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê, ragihand ku li dijî tayînkirina qeyûman û desteserkirina şaredariyan wan li Bûrsayê otobusek dane ber agir.

Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan di 14’ê Çileyê saet dora 18:00’an otobusek aîdê Odeyên Muxtaran a Bûrsayê dane ber agir.

HBDH’ê got, “Milîsên me vê çalakiyê li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku bi riya qeyûman şaredariyan desteser dike, hat kirin. Di demên dawî de Şaredariya Akdenîzê hat desteserkirin. Tevî hevdîtinên li gel Birêz Ocalan jî rejîma faşîst bi zimanê nefret û gefan nêz dibe. Ev çalakiya me weke hişyariyek e hate lidar xistin.”

Milîsên Atakan Mahîr, diyar kirin ku ew mîna Hêzên Şoreşa Yekbûyî bi qasî ku aştiyê diparêzin ji bo şer jî amade ne! û destnîşan kirin ku ew ê rê nedin faşîzmê.