Milîsên HBDH’ê li Îzmîrê li notirvanan da

Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê li Îzmîrê li notirvanên faşîzma AKP û MHP’ê dan.

Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê daxuyaniyek dan û diyar kirin wan li Îzmîrê li notirvanan dane.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Me li Menemena Îzmîrê li notirvanan da. Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê di 4’ê Tebaxê de bi şev li Taxa Asirlikê li notirvanên bi peyatî di dewriyeyê de bûn da. Ji ber lêdana çekdarî ya milîsên me notirvan ketin nav panîkê. Notirvanek kete erdê û yên din jî reviyan. Wesayîtên polîsan û ambûlans hatin qadê û milîsên me piştî çalakiyê bi selametî ji qadê derketin.”