Milîsên HBDH’ê li Îzmîrê agir berdan depoya faşîstan

Milîsên Denîz Poyraz ên HBDH’ê ragihandin ku wan li Îzmîrê li dijî depoyeke ayîdê “piştevanên sîstema faşîst” çalakiya sabotajê kirine.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Milîsên Denîz Poyraz ên HBDH’ê daxuyaniyek nivîskî dan û diyar kirin ku “ew li Îzmîrê li dijî piştevanên sîstema faşîst ketine nava liv û tevgerê”.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Sihara 15’ê Adarê me li dijî depoyeke li Taxa Sutçuler a Kemalpaşayê çalakiya sabotajê lidar xist. Di depoyê de madeyên kîmyewî ya ji bo çêkirina boyaxê dihatin bikaranîn, hebûn. Depo di encama çalakiya sabotajê de, şewitî û qasî bi milyonan lîre zirar çêbû.”

Di daxuyaniyê de ev peyam jî hat dayîn: “Milîsên me piştî çalakiyê bi serketî ji herêmê çûn. Hemû bingehên vê sîstema mêtingeriya faşîst, di hedefa me de ne. Em êrîşên xwe yên li dijî hemû bingehên vê sîstemê bidomînin. Em ê teqez bigihijin armanca xwe ya azadiyê!”