Miemeleya rehîneyan li girtiyên nexweş dikin

Li girtîgeha Wanê ya bi Tîpa F û T'ê amborgaya tedawiyê li ser girtiyên nexweş tê danîn. Li gorî agahiyên xizmên girtiyan dane, dermanên nexweşên tansiyonê û dil nadin wan.

Miemeleya êsîran bi girtiyên siyasî yên girtîgeh Wanê yên li Tîpa T û F’yê dikin. Di serî de nexweşên tansiyonê û dil, tedawiya nexweşiyên curbecur ên girtiyên siyasî tê astengkirin.

Girtiyê siyasî yê bi navê Îbrahîm Yilmaz ku bi telefonê bi malbata xwe re axivî, diyar kir ku tansiyona wî carinan heta bi 18'ê radibe û li gel ku gelek caran çûye revîrê jî derman  nedanê.

Yilmaz anî ziman, ku li gel wî bi gelek girtiyan heman tiştî dikin û got, "Li vir gelek caran heqaretê li me dikin. Ji me re dibêjin, 'hûn jî nexweş nekevin da ku hûn hewceyî tedawiyê nebin'. Hem rêveberiya girtîgehê û hem jî qerdiyan zextê li me dikin. Mafê me yê tedawîbûnê ji dest me girtine. Ji ber nexweşiyên xwe dibe her gavê cenazeyên me ji vir derkeve’ û bang kir ku her kes li ser mijara girtiyên nexweş bihistyar be."