Midûriyeta polîsan li dijî civakê 50 wesayîtên din kirîn

Midûriyeta polîsan li dijî civakê 50 wesayîtên din kirîn

Midûriyeta polîsan bo zextên li ser nerazîbûnên civakê zêdetir bike 50 TOMA yên ku her yeka wan bi 250 hezar Euro ye kirîn. Ji vana 5 radestî midûriyetê kirin û 45’ên din jî wê heya meha Kanûnê bêne amade kirin.

6 TOMA’yên nû yên Midûriduriyetê  ji bo ji teqemeniyên bi dest tên çêkirin û guleyan zirer nebîne bi zirxê balîstik hatiye dorpêç kirin. Sîstema wê ya av avêtinê ji yekê kirine du. Li ser wesayitan mertalên parastinê hatine bi cih kirin.

Li dijî dew, hêk û Şîrê ku tê avêtina ser cama pêş ajorker û dîtina wî asteng dike li ser wesayitan amêrê paqijkirina caman otomatîk hatiye bi cih kirin. Ji bo xwepêşandan ne karin derkevine ser TOMA ku li pêş yan aliyê pêş rûnin çalekî bikin bê asteng kirin cihê ruyê wê yê xijinde hate çêkirin.

TOMA’yên nû wê 15 ji bo Enqereyê, 20 ji bo Stenbolê û yên mayî jî ji cihên pêwist re bêne şandin.