Meydana Halîm Dener veguherî skandaleke siyasî!

Lêkirina navê ciwanê Kurd Halîm Dener li meydaneke Hannoverê li astengiya rêveberiya bajarê mezin û eyaletê rast tê. Zextên siyasî yên li şaredariya navçeyê tên kirin, weke destwerdana li rêveberiyên herêmî tê dîtin.

Dewleta Elman, bi taybetî Rêveberiya Eyaleta Saksonya Jêrîn ku bi polîtîkayên xwe yên tund ên li dijî Kurdan tê naskirin, ji bo navê Halîm Dener ê berî 23 salan hate kuştin bide jibîrkirin, çi jê tê dike. Dener ê 16 salî, roja 30'ê Hezîrana 1994'an dema afîşa ERNK'ê dadiliqand, ji aliyê polîsekî yekîneyên taybet ve ji pişt ve hatibû kuştin.

Şaredariya navçeya Lînden-Lîmmer a Hannoverê jî, ku gelek koçberên Kurd, mirovên çep û demokrat lê dijîn, ji bo navê Halîm Dener neyê jibîrkirin ev demeke hewl didin. Li bajêr, ku heta niha destûr nehatiye dayin bîrdariyek jî ji bo Dener bê danîn, meclîsa şaredariya navçeyê di meha Gulanê de bi piraniya dengan biryar da ku navê Halîm Dener li meydana lê hatiye kuştin bikin.

Lê belê, di serî de lobiya Tirk û siyasetmedarên şirîkên hikumeta federal ên Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU), ji bo ev biryar bi cih neyê, ketin nava hewldanan. Di encama karê lobî yê van partiyan de, rêveberiya eyaletê dest li biryara duyemîn a rêveberiya herêmî werda.

RÊVEBERIYA EYALETÊ KETE DEWRÊ

Li gorî nûçeya qenala televîzyonê ya dewletê NDR, Şaredarê Bajarê Mezin ê Hannoverê Stefan Schostok, biryara şaredariya navçeyê ku bi piraniya dengan stand, red kir. Her wiha Komîsyona Kontrolê ya Eyaleta Sakonsoya Jêrîn jî ketiye dewrê. Tê gotin, rêveberiya eyaletê bi îdîaya "lêkirina navekî bi vî rengî wê rê li ber rageşiya navbera Kurd û Tirkan veke" bi gumanbarî nêzî biryarê dibe.

Lê belê, rayedarekî ji Wezareta Karên Hundir a Eyaletê, ku ji televîzyona NDR re axivî anî ziman, ku wan li ser meydana Halîm Dener hê biryara dawî nedane û ji aliyan xwestine, ku heta dawiya meha Tebaxê nêrîna xwe ji nû ve ji wan re ragihînin.

Endamê Meclîsa Şaredariya Lînden-Lîmmer Davîd Muller ê ji Partiya Çep got, ev hewldana rêveberiya eyaletê, destwerdaneke siyasî ye. Diyar kir, ku wê bi Şaredar Raîner-Jorg Grûbe roja 23'ê Tebaxê mijarê ji nû ve binirxîne.

RÊVEBERIYA HERÊMÎ LI DIJÎ VETOYÊ LI BER XWE DIDE!

Meclîsa Şaredariya Lînden-Lîmmer ji bo navê Halîm Dener li meydana navbera kolanên Velvet û Pfarrlandê bike, ji meha Gulanê û vir ve cara duyemîn e heman biryarê digire.

Herî dawî, meclîsa şaredariya navçeyê li djî vetoya şaredariya bajarê mezin a ji SPD'ê ketibû nava tevgerê û di meha Hezîranê de biryareke nû dabû. Biryar bi dengê Partiya Çep, Partiya Keskan, Dîe Parteî û Partiya Korsanan hatibû girtin. Mîna dengdana beriya wê, partiyên CDU, SPD û FDP dîsa dengê red dabûn.

Li gorî biryara meclîsa şaredariyê, wê li cihekî meydanê li ser bîrdariyekê ev nivîs bihata nivîsandin: "Halîm Dener (27.12.1979-01.07.1994). Aktîvîst û penaberê Kurd dema afîş dadiliqan, 30'ê Hezîrana 1994'an ji aliyê polîsekî ve hate kuştin."

Nûçeya eleqedar: https://anfkurdi.com/rojane/hune-nikaribin-bidin-jibirkirin-81249