BI DÎMEN

Meşa dirêj a li Swêdê bi mîtîngekê bi dawî bû

Meşa dirêj a bi boneya salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stockholmê hat lidarxistin bi mîtîngekê bi dawî bû.

Kurdistaniyên bi armanca protestokirina Komplo û tecrîda li ser Ocalan ji navçeya Sodertalje derketin rê, îro çalakiya xwe li Stockholmê bi mîtîngekê bi dawî kirin.

Di roja duyemîn a meşa dirêj de Kurdistanî nêzî saet 09.00’an li semta Skarholmê ya Stockholmê kom bûn, piştî axaftinên êrîşa li semta Fittja ya li ser çalakvanan hat lidarxistin û bi birîndarkirina Gafûr Mihemed bi encam bû protesto kirin, ber bi Stockholmê ketin meşê. Çalakvanan hejmara xwe gorî duh bi awayekî ber bi çav zêde kiribûn.

Kurdistaniyên alên PJAK, PKK, KCK, PYD, YPG/YPJ, MLKP û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan Re Azadî Ji Kurdistanê Re Statu”, “Destên Xwe Yên Bi Xwîn Ji Kurdistanê Bikşînin”, “Artêşa Tirk Ji Kurdistanê Biceheme”, “Ocalan Gel E Gel Em In”, “Bijî Berxwedana Me Ya Cizîrê”, “Dewleta Qatil Wê Hesab Bide”, “Qatil Erdogan Durû YE”, “Bimire Faşîzma Tirk” berz kirin.

Kurdistaniyan bi hoperlorên li ser wesayîta li pêşiya konvoyê têkîldarî armanca çalakiyê raya giştî agahdar kirin, dem bi dem sirûd û stranên Kurdî bi hev re gotin.

Nêzî saet 13.00’an meşvanên meşa dirêj ketin Qada Medborgarplatsen a Stockholmê, bi dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk ji aliyê girseyek nêzî 200 kesan hatin pêşwazîkirin. Di mîtînga ku dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî” dihatin berzkirin de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê Leyla Dûman, li ser navê PJAK’ê Zozan Baransson, li ser navê PYD’ê Şiyar Alî, ji Konseya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gorgu birîndarkirina welatiyê ji Rojhilatê Kurdistanê ya di encama êrîşa faşîzan de bi zimanekî tund şermezar kirin. Bang li tevahî Kurdistanî û dostên wan kirin ku li hember dewleta Tirk û dûvikên wê yên li Swêdê têkoşînê mezin bikin.

Di pêşendana ku dirûşmeyên, “Seyên Erdogan nikarin me bêzar bikin” hatin gotin de Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê Leyla Dûman got êrîşa çekdarî ya duh li Stockholmê pêk hat ne tesaduf e, destnîşan kir ku dûvikên dewleta Tirk a li Kurdistanê qetlîaman dike pêk aniye û hedef dikin ku gelê Kurd bitepisînin.

Dûman bang li tevahî Kurdistanî û dostên wan kir ku têkoşîna li dijî hêzên nîjadperest û faşîstan hevpar bikin û mezin bikin, îfade kir ku dewleta Tirk li ber çavên hemû cîhanê li Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirinê li dar dixe û bi sedan sivîl qetil kiriye.

Dûman got pirsgirêka Kurd nikarin bi şîdetê çareser bikin, got ji bo gava yekem a çareseriya aştiyane, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan.

Ji bo Ocalan bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî, rakirina dorpêça li ser gelê Kurd ê Bakur û bidawîkirina qetlîaman bang li civaka navneteweyî kir ku bikevin nav liv û tevgerê.

Çalakî bi dirûşmeyên dewleta Tirk protesto dike û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze ve bi dawî bû.

...