Mereşiyên li Ewropayê: Li dijî faşîzmê em ê dengê xwe bidin HDP'ê
Di çalakiya Mereşiyan de ya li bajarê Lorrach ê Elmanyayê, ji bo Selahattîn Demîrtaş û HDP'ê bang hate kirin.
Di çalakiya Mereşiyan de ya li bajarê Lorrach ê Elmanyayê, ji bo Selahattîn Demîrtaş û HDP'ê bang hate kirin.
Mereşiyên li Swîsre, Fransa û Elmanyayê dijîn, di çalakiya "Mereşî li hev dicivin" de hatin cem hev. Gelek siyasetmedar, hunermendên herêmî û nivîskar jî tevlî çalakiyê bûn. Şeva Mereşiyan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Hevserokên Hewldana Mereşê Safiye Îşcan û Mehmet Ustek destpêkê axivîn. Qisekeran diyar kirin ku dewlet bi polîtîkayên qirêj dixwaze Mereşê bê Kurd, bê Elewî bihêle û işaret bi girîngiya rêxistinbûna Mereşiyên li sirgûnê kirin.
KONCA: JI BO HESAB JI SÎSTEMA FAŞÎST BÊ PIRSÎN...
Parlamentera Sêrtê ya HDP'yî Besîme Konca piştr axivî û diyar kir ku rejîma faşîst dixwaze bi rêya komkujiyan çand, nasname, bawerî û nirxên jiyanê yên Kurd û Elewiyan ji holê rake. Konca bal kişand ser komkujiyên Mereş, Sêwas û Çorûmê û got, "Mirovên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê bi saxî hatin şewitandin, têkoşîna ji bo azadî, jiyana bi rûmet, nirxên mirovahiyê û azadiya jinê weke mîrate hiştin."
Konca destnîşan kir ku ji bo hesab ji rejîma faşîst bê pirsîn, di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de divê deng ji HDP'ê re bê dayin.
TOGRÛL: HETA 12'Ê GULANÊ DIVÊ QEYD BÊ KIRIN
Parlamenterê Dîlokê yê HDP'ê Mahmût Togrûl piştre axivî û destnîşan kir ku li dijî her du tifaqan, yekane hêza alternatîf HDP ye. Togrûl got, "Di tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê de jî divê bersiva me desteka ji bo Selahattîn Demîrtaş be."
Togrûl di dawiya axaftina xwe de ji her hilbijêrî xwest ku heta 12'ê Gulanê qeyda xwe biqedîne.
Wekî din, parlamenterên kantona Baselê ya Swîsreyê Mûstafa Atici û Edîbe Golgelî jî li şevê axivîn. Çalakî bi stranên hunermendên herêmî û govendê heta derengiya şevê dewam kir.