Melayên nimêjên înê didan kirin hatin cem hev
Melayên nimêjên înê didan kirin hatin cem hev
Melayên nimêjên înê didan kirin hatin cem hev
Melayên nimêjên înê didin kirin ji bo hem pêvajoyê binirxinin û hem jî ji bo xebatan binirxînin li Amedê hatin cem hev.
Melayên li bajarên Bakurê Kurdistanê nimêjên înê didin kirin ji bo pêvajoyê binirxînin li Navenda Çandê ya Cegerxwîn hatin cem hev. Melayên ji Stenbol, Îzmîr, Êlih, Şinrex û Wanê hatin bi xwendina quranê civînê dest pê kir. Serokê DIYA-DER'ê yê Amedê Cahît Çîftkuran axivî û Roja Dayîkan pîroz kir û wiha got: "Di rojekê tenê de dayîkan bîrve bikin şaş e divê her tim bên birvekirin."
Çiftkuran bal kişand ser teqîna doh li Reyhanliyê pêk hat û wiha axivî: "Cînayeta doh pêk hat li ser navê îslamê pêk hat. Em wan lenet dikin. Li gorî Îslamê di herbê de jî wisa nayê kirin. Kuştina sivîlan di îslamê de cih nagire. Ev cînayet li hemberî îslamê darbeyek e. Cînayetekî wisa bi Allah-u Ekber dikin. Weke tu dê bêjî ola îslamê ola cînayetê ye. Ev vê yekê şermezar dikin. Bila tu kes vê yekê ji Îslamê re neke mal."
Çîftkuran, anî ziman ku ligel li herêmê gelek saziyên wan hene lê ji ber bêagahdariyê hatin cem hev. Çîftkuran, da zanîn ku dê di civînê de nimêjên înê bidomînin an na nîqaş bikin û encama civînê dê di nava rojê de aşkera bikin.