Meha Îlonê 36 jin hatin kuştin
KCDP'ê diyar kir ku meha Îlonê 36 jin hatine kuştin û li dijî tundî û kuştina jinan bi 12 xalan pêşniyara çareseriyê kir.
KCDP'ê diyar kir ku meha Îlonê 36 jin hatine kuştin û li dijî tundî û kuştina jinan bi 12 xalan pêşniyara çareseriyê kir.
Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' (KCDP) û Meclîsên Jinan li ser kuştina jinan a bi guman li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm daxuyanî da.
Ataselîm diyar kir ku di encama newekheviya zayendî ya civakî de meha Îlonê 16 jin hatin kuştin û 20 jin jî bi rengekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Ataselîm destnîşan kir ku jin ji ber ku dixwazin biryara li ser jiyana xwe bi xwe bidin tên kuştin.
Ataselîm got, "Ji bo rawestandina kuştina jinan 12 meh têrê dike" û diyar kir ku her xaleke ku ew pêşniyar dikin mehekê bi cih bê anîn wê pirsgirêk ji hin aliyan ve çareser bibe.
ÇARESERIYA JI 12 XALAN
Pêşniyara çareseriyê ya ji 12 xalan a KCDP'ê wiha ye:
"* 6284 wê bi xurtî bi cih bê anîn, yekîneyên ewlekariyê yên bi cih nînin wê bidin armanca pêkanînan,
* Navend û stargehên pêşîgirtina tundiyê wê bi têrkerî bên amadekirin,
* Pêvajoya cihêbûnê wê bê hêsanîkirin, eger tundî tê de hebe wê lihevkirin neyê pêşniyarkirin,
* Jin wê bi rengekî ewle û wekhev tevlî kar bibin,
* Di sûcên dijî jinan de wê nêzîkatiya bêcezahiştinê bê bidawîkirin, edalet bi cih bê anîn,
* Di mirina jinan a bi guman de pêvajoya lêpirsînê wê bi hesas bê meşandin, rastî bê eşkerekirin,
* Biçekbûna şexsî wê bê qedexekirin,
* Ji bo jinan wê xeta alîkariya lezgîn 7 rojan 24 saetan bê avakirin,
* Wekheviya zayendî ya civakî wê tevlî mufredatê bê kirin,
* Li hemberî kesên ku xwedî meyleke cuda ya zayendî ye wê cihêkarî neyê kirin,
* Ji bo jinan wê wezareteke cuda bê avakirin,
* Di navbera saziyan de wê koordînasyon bê afirandin."