MEH: Dixwazin têkoşîna ekolojiyê krîmînalîze bikin

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH) li ser destgîrkirina Beyza Ustun got dixwazin têkoşîna ekolojiyê krîmînalîze bikin.

Bi qirkirina siyasî ya li ser HDP'ê gelek siyasetmedar hatin destgîrkirin. Her wiha li nav kesên ku hatin destgîrkirin parêzvana sirûştê, Prof. Dr. Beyza Ustun jî heye.

MEH'ê bi daxuyaniyeke niviskî operasyona qirkirina siyasî ya li ser HDP'ê şermezar kir û got desthilata Tirk ekolojîstan jî dike hedefa xwe.

MEH'ê têkilî destgîrkirina ekolojîst Prof. Dr. Beyza Ustun diyar kir desthilata Tirk dixwaze têkoşîna ekolojiyê krîmînalîze bike.

MEH'ê herî dawî diyar kir ku ew operasyona li ser HDP'ê şermezar dikin û xwestin ku destgîrkirî demildest werin berdan.