Medyaya Tirkan îfşa kir: Derdê wan ê sereke bidestxistina xakê ye
Dema ku mijar Kurd bin medyaya Tirk dibe êrîşkarê mezin, di helwdana dagirkirina Efrînê de jî li eniya pêş e.
Dema ku mijar Kurd bin medyaya Tirk dibe êrîşkarê mezin, di helwdana dagirkirina Efrînê de jî li eniya pêş e.
Medyaya Tirk di manşêtên xwe yên îro de parolaya dagirkirina Qibrisê ‘Bila Eyşê biçe geştê’ bi kar anî û wiha diyar kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk bidestxistina xakê ye.
Medyaya Tirk di şerê dewleta Tirk a dagirker de, ya dijî Kurd de desteke herî mezin dide, di hewldana dagirkirina Efrînê de jî medyaya Tirk beriya leşker bi pêş ve diçe. Medyaya Tirk ketiye pey faşîzma Erdogan-Bahçelî û di helwdana dagirkirina Efrînê de armanc mezin kiriye û got, dor dora Rojava ye.
Medyaya Tirk êrîşên hewayî yên bi ser jîgehên sivîl ên Efrînê de bi devgirêziyekê da û li dijî Kurdan bûne yek deng. Manşêtên rojnameyên Tirkan ku diyar bi yek destî tê rêvebirin, fermana tevgera dagirkirina Qibrisê ‘bila Eyşê biçe geştê’ kir manşêt û wiha careke dî raxist ber çavan ku armanca dewlata Tirk bidestistina xakê ye.
ARMANC MEZIN KIRN
Hurriyet ku bi dijminatiya Kurdan nav daye qîma xwe bi surmanşêta ‘Jêtên me li Efrînê xist: Tirkiye yek dil e’ neanî û bi manşêta ‘Dora Minbicê ye’ diyar kir ku wê hewl bidin ku tevgera dagirkrinê berfireh bikin.
Mîlliyeta Demîrorenê jî bi ‘Niha Efrîn di dorê de Minbic heye’ heman feraset diyar kir. Haberturk a Cîner jî bi gotina ‘Heta bi Iraqê paqijî’ ya Erdogan li xwe mikur hat ku dagirkerî wê li tevahiya Kurdistanê belav bikin.
Sabah jî ku Erdogan gef li karsazan xwaribû û bi pereyan ji dest wan standibû, bi manşêta ‘me li kuna wan da’ kuştina sivîlan meşrû kir, dahala Tirkên Spî Sozcu jî bi manşêta ‘me li xayinan xist’ kuştina Kurdan werek peywira welêt nîşan da.
PEYAMA DUMLUPINARÊ
Star jî bi manşêta ‘derb li terorîstan, çeqla zeytûnê ji bo gel’, Haberturk jî bi manşêta ‘kulma hesinî li terorê, ji bo sivîlan çeqla zeytûnê’ hewl dan ku operasyonê rewa nîşan bidin.
Rojnameya Davûtoglu Karar jî bi amejekirina axaftina Erdogan a li Kutahyayê ku hewldana dagirkeriyê dabû destpêkirin bi manşêta ‘Fermana çeqla zeytûnê li Dumlupinarê hate dayin’ jî çav ji Kemalîstan re şikand.
NEKARÎN ARMANCÊN XWE VEŞÊRIN
Lê niyeta eslî ya dewleta Tirk qerpala bi navê Yenî Bîrlîk diyar kir. Qepala navborî fermanda tevgera dagirkirina Qibrise ‘bila Eyşe biçe geştê’ê bi rengê ‘Eyşe li geştê ye’ da û careke dî li xwe mikur hatin ku armanca wan a sereke dagirkerî ye.
Rojnameya Îhlas Holdîng ku li ber destê Erdogan dinere Turkiye jî got, ‘’Qeza me bimbarek be’ da, Postaya Aydin Dogan ‘Miletê Tirk bi we re ye’ helwesta sermiyana Tirk nîşan da.
ÊN KU LI HINCETAN DIGERIN
Rojnameya Cumhuriyetê jî ji bo dagirkirinê li hincetan geriya û sûc avête ser DYA’yê. Cumhuriyê got, ‘rageşiya ku DYA li ser sînor çêkirî Tirkiye kişande nav şerê Sûriyê’ û bi manşêta ‘TSK li Efrînê xist’ ji dagirkerinê re li qilfekî geriya.
Bîrgun jî li ser malpera xwe dema ku hewldana dagirkeriyê ragihand YPG’ê kir ‘rêxistina terorê’ û îro jî hewldana dagirkeriyê hêjî manşêtê nedîn bi sernava navîn ‘Operasyona Efrînê dest pê kir’ da.
DÎSA ‘RADESTBÛNÊ’ LI KURDAN FERZ DIKIN
Aydinlika Perînçek ku ji bo ser kuştina sivîlan bigire li pêş diçe, bi manşêta ‘li dijî artêşa Tirk tevgera psîkolojîk’ bi karanîn û wiha hewl da ku pêşî li ragihandina komkujiyan bigire.
Rojnameya herî jirêzê ya AKP’ê Diriliş Postasi jî tişta ku faşîzma Tirk ev sed salan e ferz dike careke dî bi bîrx xist. Rojnameya navborî bi gotina ‘radest bibin’ radestî ferz kir.