Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ava bû
Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê hate ragihandin.
Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê hate ragihandin.
Kongre li herêma Nottîngham a Îngilîstanê pêk hat û ji 11 herêmaên; Readîng, Nottîngham, Hûll, Brîgthon, Doncaster, Lîverpool, Manchester, London, Bîrgmînhamê zêdeyî 170 delege û mêvan tevlî kongreyê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, rapora xebatê ya navbera Gulana 2016-Gulana 2017'an de li gelemperiya Brîtanyayê hate xwendin û nirxandin. Di kongreyê de pirsgirêkên dema bihurî hatin nirxandin û delegeyan li ser mezinkirina rêxistinbûnê nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Di encama kongreyê de Evrîm Yilmaz a ji herêma Londonê û Alîcan Erkol ê ji herêma Nottînghamê weke Hevserokên Meclîsa Gel a Brîtanyayê hatin hilbijartin. Her wiha endamên desteyên dîsîplîn û kontrolê jî hatin hilbijartin.
Hevseroka Meclîsê Evrîm Yilmaz piştî kongreyê axivî û got, "Me 5 meclîsên nû, 2 komun û komîteyek ragihand. 3 meclîsên me yên heyî kongreyên xwe b xurtî pêk anîn. Ji navenda Londonê derket û meclîsa xwe ragihand. Li herêman liv û tevgere xurt a rêxistinî heye. Em gihîştin vê astê û me kongreya meclîsa xwe ya gelemperiya welêt ragihand. Ya rast, kar ji niha û pê ve dest pê dike."
Yilmaz diyar kir, ew ê li hemû herêman bi hişmendiya xweparastinê, xwerêveberiyê xurt bikin û hewl bidin civakeke polîtîk, exlaqî û rêxistinî bafirînin.