Meclîsa Elman ‘herêma ewle’ weke herêma dagirkirî rave kir

Di rapora ku ji aliyê meclîsa Elman ve ji bo Serokwezîr Merkel hatî amadekirin de herêmên dewleta Tirk li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dagirkrî weke “herêmên dagirkirî” hate ravekirin. Mûxalefeta Elman jî nerazîbûn nîşanî desteka Merkel a ji bo Tirkiyê dide.

Meclîsa Elman têkildarî herêmên ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi navê “herêma ewle” dagirkirî raporek amade kir. Di raporê de herêma mijara gotinê weke “herêma dagirkirî” hate ravekirin.

Serokwezîra Elman Angela Merkel dema serdana xwe ya ji bo Tirkiyeyê ji bo herêmên ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dagirkirî gotibû ew ê Elmanya piştgiriyê bide.

NE ‘HERÊMA EWLE’, HERÊMA DAGIRKIRÎ

Di raporê de ku ji aliyê meclîsa Elman ve hatî amadekirin, ji bo herêma ku weke ‘herêma ewle’ tê nîşandan re weke ‘herêma dagirkirî’ hate ravekirin.

Li gorî nûçeya Deutche Welle li ser daxwaza parlamenteran ji aliyê pîsporên Daîreya Xizmeta Zanistî ya Meclîsa Federal ve raporek hate amadekirin û herêmên Bakurê Sûriyeyê yên leşkerên Tirkiyeyê lê ne weke ‘herêma dagirkirî’ hate ravekirin.

Di raporê de “plana bicihkirina penaberên Sûriyeyî li van herêmên li gorî qanûna navnetewî ye yan ne” hate lêpirsin kirin û bal hate kişandin li ser van tespîtan; “nûçeyên derbarê rewşa ewlehiYê ya herêmên dibin dagirkeriya Tirkiyeyê, ji bo kesên ji bo herêmê werin şandin talûkeya li ser jiyanê nayê vederkirin.”

HEDEFA GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ

Pisporan di raporê de bibîr xistin ku tedbîrên “armancên wan guhertiya demografiyê ye” li herêmên hatine dagirkirin ya Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî hem jî Dîwana Edaletê ne li dijî hiqûqa navnetew^ye.

Merkel dema serdana xwe ya ji bo Tirkiyeyê, ji bo planên “herêma ewle” ya li Bakurê Sûriyeyê piştgiriya bi şert û merc eşkere kiribû.

MÛXALEFETA ELMANYA NERAZÎBÛN NÎŞANÎ PIŞTGIRIYA DAGIRKERIYÊ DA

Li Elmanyayê partiyên mûxalefetê li dijî planên herêma ewle ya Tirkiyeyê derdikeve û ji bo piştgirîdayîna vê zextên zêde li hikûmeta Merkel dikin.

Parlamentera Partiya Çep a Federal Helîn Evrîm Sommer têkildarî rapora Daîreya Xizmetên Zanîstî ya Meclîsa Federal wiha got; “Di raporê de, planên veguhestina penbaerên Sûriyeyi li Bakur Rojhilatê Sûriyê yên rejîma Erdogan, di qada mafên mirovan, mafên penaberan û hiqûqa dagirkirinê, binpêkirina normên navnetewî de tescîl dike.”

Sommer hişyarî da Merkel ku piştigiryê nede plana Tirkiyeyê û wiha got; “Di rewşa berevajî de hikûmeta Elman wê bikeve rewşa sûcdarî de ya ji bo alîkariya derxistina nifûsaKurdan ji cih û warê wan ya Tirkiyeyê ku sûcê şer e.”