Meclîsa Ciwanên: Em serî natewînin

Meclîsa Ciwanên HDP'ê, têkildarî zext û destgîrkirina li dijî endamên wan got, "Me tu carî serî netewand. Em ê tu carî serî netewînin."

Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî zextên li ser rêxistina xwe û destgîrkirinên endamên xwe yên ku di demên dawî de zêde dibin daxuyaniya nivîskî da. Ciwanan anîn ziman ku li dijî HDP’ê hiqûqa dijminantiyê pêş dixin û wiha got: "Her ku faşîzma AKP-MHP dibe sazî û xwe bi rêxistin dike, mafê jin, ciwan û gelan binpê dikin. Desthilata AKP-MHP'ê ku faşîzma polîsan a DYE'yê şermezar dike, polîsên ku li welatê wan Kemal Kurkut, Enes Ata, Mahsum Mizrak kuştin qelat kirin. Di dîrokê de ciwan her tim bûn hedef. Em tu carî li dijî wan serî danenî û em ê tu carî serî danînin. "