Meclisa Aştiyê ya Ewropayê herkes 16’ê Mijdarê vexwend Berlînê

Meclisa Aştiyê ya Ewropayê herkes 16’ê Mijdarê vexwend Berlînê

Meclisa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê (MADE) di 20’mîn salvegera qedexeya li ser PKK’ê bang li hikumeta Almanyayê kir ku qedexeya li ser PKK’ê rake û xwest piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê. Weke din jî Meclisa Aştiyê bang li herkesê kirk u, 16’ê Mijdarê bên Berlînê tevlî xwepêşandanê bibin.

Meclisa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê biboneya 20’mîn salvegera qedexeya li ser PKK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û da diyarkirin ku, di demekî ku li Tirkiyeyê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin destpêkirin, beriya 20 salan Almanyayê biryara qedexeyê girtibû û balkişand ku, hêjan ew qedexe di meriyetê de ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Polîtîkayên ku 20 salin girêdayî qedexeyê têne meşandin, ne faliyetên PKK’ê ên li Almanyayê xilas kirin ne jî tevkariyek dane çareseriya pirsgirêka Kurd. Berevajiyê wê bû sedem ku, pirsgirêk hîn bêhtir kûr bibe, mezin bibe, gelê Kurd û saziyê wê bêne krîmînalîze kirin û her wiha gelek mirov bibine mexdûrê pêkanînên keyfî. Weke din jî bû sedem ku demokrasiya Almanyayê jî derbeyan bixwe.” Di daxuyaniyê de pêvajoya çareseriya demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de dayî destpêkirin bibîrxist.

Hate gotin ku, “Di deklerasyona biratiya gelan ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 21’ê Cejna Newrozê de aşkera kirî, ji bo gelê Kurd birêyên demokratîk mafê xwe bixwazin derfet bêne afirandin, ji bo kesên di têkoşîna çekdarî de rêya siyasetê jêre vebe pêşiya wan were vekirin bang hate kirin. Vê deklerasyonê jî li Tirkiye û Ewropayê dengek mezin da.

Ji ber vê daxuyaniyê, pevçûnên ku li Tirkiyeyê çavkaniya xwe ji pirsgirêka Kurd digirin, 8 mehe ne pevçûn çêdibin û jî mirî tên. Li rexmî ku Hikumeta AKP’ê pêngavên herkes li bendêye bi avêje na avêje jî.”

Di daxuyaniya hatî weşandin de hate gotin ku, “Li Tirkiyeyê di mijara pirsgirêka Kurd de li ser bingehê muzakereyan ev bûyer rû didin, yek ji welatên Ewropa ên Kurd lê jiyan dikin Almanyayê 20 sala qedexeya li ser PKK’ê didome. Demê gelek caran nîşandaye ku ev biryar bêwate û êdî derbaz nabe.” Her wiha balkişande ser meşa ku dê 16’ê Mijdarê li Berlînê di pêşengiya rêxistinên civaka sivîl ya Almanyayê ve were lidarxistin.

Meclisa Aşitî û Demokrasiyê ya Ewropayê bang li herkesê ku li welatên Ewropayê ên dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibe vexwende çalakiya 16’ê Mijdarê ya li Berlînê.

“Meclisa Aştî û Demokrastiyê ya Ewropayê ku di Hezîrana 2013’ê li Brukselê ji bo Tirkiyeyî, gel û civakên Mezopotamyayê xebatê bidin meşandin û bi armanca pirsgirêka Kurd birêyên demokratîk bê çareserkirin hate avakirin, em bang li hikumeta Almanyayê dikin ku vê qedexeya bê wate rake û piştgiriyê bide pêvajoya diyalog û aştiyê.

Em bang li herkesê ku li Ewropayê jiyan dike û dixwaze pirsgirêka Kurd birêyên demokratîk û aştiyane çareser bibe dikin ku, ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê tevlî mitînga 16’ê Mijdarê ya li Berlînê bibin û piştgiriyê bidin pêvajoyê.”