Me serê xwe ji ‘yek rengiya’ faşîzmê re netewand û em ê netewînin

Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav ê ku demeke dirêj di zindanan de mayî got, di rabirduyê de çawa ku wan li dijî cilên yek reng li ber xwe dabe, niha jî wê serê xwe ji rê ve re netewînin.

Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav ku demeke dirêj di girtigehên Tirkiyê de mayî diyar kir ku 12’ê Îlonê çawa wan polîtîkaya cilên yek reng pûç kiribin wê dîsa pûç bikin û bal kişande ser giringiya berxwedana giştî ya li dijî van kirinan.

Siyasetmedarê Kurd Kav li ser polîtîkayên cilên yek reng ku rêbazeke ji şikandina vînê ye ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

‘LI TIRKIYÊ POLÎTÎKAYA ZINDANÊ ESAS E’

Siyasetmedarê Kurd Kav ferq kire navbera têgiha ‘cezaevî’ (mala cezayê’) û ‘zindanê’ û got, ‘’Li Tirkiyê polîtîkaya zindanê esas e. Ya ku tê jiyîn û didin jiyîn zindan e. Ev ne tenê di dema TC’ê de dest pê kir, di serdema Osmanî de jî polîtîkaya zindanê esasî ye. Ev di çanda Tirk de, di exlaqê pergala serdest de, di eşîrtî û di dema qewman de ji wê kevneşopiya siyasî tê ku bi şûr her tiştî bi dest bixin.’’

‘ERDOGAN NABÊJE ÊŞKENCE NÎN E, LI ÊŞKENCÊ XWEDÎ DERDIKEVE’

Kav li ser polîtîkaya zindanê ya di dema AKP’ê, Erdogan de jî got, ‘’Divê mirov weke demeke pir hişktir, pir hovtir, pir zalim binirxîne. Polîtîkaya zindanê ya ku ne kêmî ya zindanên 12’ê Îlonê ye serdest e. Di ti demê de kirinen kêfî ev qasî vekirî û zelal nehatine kirin. Kenan Evren bi xwe jî digot, ‘’êşkence tine, nayê kirin, hûn bixwazin werin binerin’’. Erdogan nabêje, ‘êşkence nayê kirin, tehde nayê kirin’. Berevajî, dibêje, ‘kî çi heq kirine wê ev were kirin, û ew tê kirin.’’  Erdogan ê ku dibêje, ‘’ê ku sûc dike wê kirinên hikûmeta me ragire’ Serokkomarekî wiha ye ku hişkere li êşkencê xwedî derdikeve.

Kav got polîtîkaya zindanê ya  AKP-Erdogan polîtîkaya şikandina vîna her kesê li zindanê ye û got, ‘’Hişmendiyeke wiha serdest e ku dibêje, ‘hûn ê tenê alîgirê min bin, heke hûn alîgirê min bin wê demê hûn ê rehet bibin’’ û bi domdarî, ‘’li gorî Erdogan zindan cihê radestgirtin û asêkirina muxalîfan e. Dibêje, ‘ez li vir çi qasî zextê li ser wan bikim, ez ê ew qasî rûmeta wan bişikînim, ziyanê bidim karekterê wan, li ber çavê civakê wan kêm bikim’ ji bo vê wiha bi bê perwa êrîşê dibe.

‘CILÊN YEK RENG RÊBAZA HÎTLER E’

‘Polîtîkaya cilên yek reng ferzkirina bêkarekterkirin, faşîzm û bêgiyanitiyê ye li ser muxalîfên ku di zindanan de têne girtin. Ango polîtîkaya cilên yek reng ku tê maneya, ‘’fikra we her çi dibe bila bibe, hûn ê wan berdin û hûn hemû hûn ê têkevin yek qalibî, qalibê min û rengê dewletê’,, di heman demê de ev poltîka, dirindetiya faşîzmê ye ku, encama wê hişmendiyê ye dixwaze hemû girtiyan bike yek qalibî, her kesî di yek boteyê de bihelîne û wan bike mirovên pêkenok.Siyaseta cilên yek reng ku bêvînkirinê vedibêje, di heman demê de yekrengkirina giyanê girtiyan, tezahura herî kûr û vekirî ya wê polîtîkayê ye ku mirovan dixe yek qalibî. Yek ala, yek ziman, yek dewlet, yek welat, yek reng cil. Mirov ji kû ve binere jî ev polîtîkaya cilên yek reng rûmetşikên, bêvînker û bêkarekterkir e. Di heman demê de kirineke faşîst e. Rêbazeke  herî hişkere ya faşîzma Hîtler e ku pê mirov kêm dikirin. 

‘HEDEF GIRTIYÊN PKK’Ê, PAJK’Ê NE’

Kav diyar kir, ku hedefa sereke ya vê polîtîkaya cilên yek reng Kurd in û got, ‘’hedef girtiyên Kurd in, girtiyên PKK’ê, PAJK’ê ne. Bi vê re şoreşgerên tevgera şoreşger a Tirkiyê ne. Erdogan bi kevirekî li du çûkan bixe’ û got bi vê re Erdogan hem dixwaze li dostê xwe yê berê û dijminê xwe yê nû Fethullah Gulen bixe û li hêla dî jî zaroyên herî bijartî yên Kurdan ji xwe re dike hedef, ku bi salan e li dijî wan şer dike lê ti encam bi dest nexistiye. 

Kav got di serdema Evren de jî cilên yek reng ferzkirin, lê bi ser neket û cara duyê jî sala 1984’an, ew sala ku Tevgera Azadiya Kurdistanê dest bi şerê çekdarî kirî dîsa xwestin vê polîtîkayê ferz bikin û got, ‘’li dijî cilên yek reng berxwedaniyeke mezin çêbû. Li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê mirov dikare bibêje êrîş û berxwedaneke dijwar çêbû. Dixwestin ku kincan bi zorê, bi tundiyê li girtiyan bikin û girtiyan qebûl nedikirin. Her wiha em tazî hiştin, tî û birçî hiştin, li ser zemîna betonê razan, li deverên xalî yên zindanê bi rojan, bi mehan êşkence li me hate kirin. Em ti hicreyên yek kesî de tazî hatin hiştin. Cilên me bi zorê ji me kiribûn û kincên ku malbatê jî ji me re şandin nedane me.

‘HIŞMENDIYA KU EM DERBEKE MEZIN LI KURDAN BIXIN’

Kav bi domdarî ragihand, hedefa sereke ya dîktatoriya faşîst a AKP-Erdogan-Bahçelî Kurdistan e û dixwaze Kurdistanê, gelê kurd û hêza wê ya parastinê tine bike. Kav diyar kir polîtîkayeke ku qirkirin dane ber xwe didomînin. Kav li ser polîtîkaya faşîzma Erdogan-Bahçelî got piştî ku Kurd li Rojhilata Navîn bi lîdertiya şoreşê rabû ev polîtîkaya wan belotir bû û berê xwe dane projeya Srî Lankayê, ev jî bi ser neket, bajarên Kurd hilweşandin, gel di jêrzemînan de fetisand, polîtîkayên hovane kir lê dîsa jî bi ser neket, berxwedaniya mezin a ciwanên Kurd projeya Srî Lankayê ya Erdogan şikandin lê hê jî Erdogan li pey lêgerîna ye.

Kav anî ziman polîtîkaya cilên yek reng encama vê têkçûna Erdogan e û ev ê vê polîtîkaya xwe bidomînin, ‘’Teqez e ku xwedî wê hişmendiyê ne ku dibêjin ‘çawa be dawiya me hat, wê were, qe nebe em derbeke mezin li Kurdan, li gerîla û li girtiyên Kurd bixin. Ji bo vê jî di dema pêş me de wê vê ferzkirina cilên yek reng bi rengekî beloqtir bînin rojevê.’’

‘DIVÊ BERXWEDANIYEKE GIŞTÎ ÇÊBIBE’

Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav herî dawî got divê ne tenê girtiyên siyasî, her kes hazir be û polîtîkaya êrîşê ya bi ser zindanan de dikare pir berfireh û bi xwîn be. Li dijî êrîşa giştî divê berxwedaniyeke giştî çêbibe.