Mamosteyên Kerkûkê: Hikumeta Herêma Kurdistanê gendel û diz e

Li bajarê Kerkûkê mamosteyên xwendina Kurdî ji ber nedayîna mûçeyan, navendên xwendinê boykot kirin.

Îro li pêşiya avahiya Perwerdeyê ya Xwendina Kurdî, mamosteyên xwendina Kurdî hatin cem hev û nerazîbûna xwe nîşandan. Her wiha ragihandin ku heta daxwazên wan bi cih neyê ew ê navendên xwendinê boykot bikin.

Ev çend sal in ku wezaretên Hikumeta Herêma Kurdistanê bi şeklê nivî yan jî çarêka mûçe pere didin karmendan ku di wê dema dawiyê de tevî kêmdayîna mûçeyê, mûçeya çendîn mehan jî ji karmendan re nehatiye dayîn. Mamosteyên xwendina Kurdî yên bajarê Kerkûkê jî ku hejmara wan digihîje 7000 kesan îro piraniya wan li dijî nedayîna mafê wan hatin gel hev û nerazîbûn nîşan dan. Di wê çalakiyê de hate ragihandin ku heta mafên wan neyê dayîn û sîstema mûçeya wan girêdayî hikumeta Navendî ya Iraqê neyê kirin ew ê navendên xwendinê boykot bikin.

Di çalakiyê de mamosteyan li dijî partî û desthilatdarên Hikumeta Herêma Kurdistanê dirûşima “Hikumeta Herêma Kurdistanê gendel û diz e û mafê karmendan nade” berz dikirin.

Li ser navê mamosteyan, mamoste Omer Ebas daxuyaniyek ji bo raya giştî xwend û got: “Em mamoste û karmendên nerazî yên Kerkûkê li vê derê radighînin ku heta daxwazên me neyên bicihanîn, em navendên xwendinê boykot dikîn û êdî amade nînin ku bi wê rewşa bê mûçetiyê re erka xwe bidomînin. Ji ber ku rewşa aborî ya mamosteyan pir xirab e. Daxwazên me jî wiha ne:

1- Daxwaza me ev e ku mûçeyên me di dema xwe de were dayîn, divê her meh were dayin.

2- Daxwaza wergirtina mûçeyên xwe yên nehatine dayîn dikin.

3- Daxwaz dikin ku mamosteyên xwendina Kurdî ji wan mafên ku didin hevpîşeyiyên me yên xwendina Erebî û Tirkmenî ya li bajêr bê par nehêlin.

Eger Hikumeta Herêma Kurdistanê nikare daxwazên me bi cih bîne, bila sîstema mûçeyan bi ya Hikumeta Navendî ya Iraqê re girê bidin yan jî Hikumeta Iraqê para mûçeyên me mamosteyan ji bûdçeya Hikumeta Herêmê kêm bike û li Kerkûkê parve bike.”

Ebas di dawiyê de got: “Ji Hikumeta Iraqê dixwaze ku ji bo destgîrkirina çalakvanên sivîl yên li Herêma Kurdistanê dengê xwe derxîne ku tenê daxwaza mafê xwe û yên welatiyan dikin.”

Her wiha mamosteyekî din bi navê Îlaf Reşîd jî derbarê boykotkirina erkê xwe ji ajansa me re axivî û diyar kir: “Em dixwazin ku mûçeyên me bi şêweyekî yekser ji Bexdayê bê û ji wan diz û gendelên Herêma Kurdistanê re neşînin. Heta pêkanîna daxwazên me, em ê neçin navendinê xwendinê û vê rewşê boykot dikin.”