Malperên Ajansa Mezopotamya û Sendika.org hatin astengkirin

Malperên înternetê yên Ajansa Mezopotamyayê û Sendika.org bi biryara BTK'ê hatin astengkirin.

Malpera Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) hate astengkirin. Di biryara Desteya Ragihandinê û Teknolojiyên Agahiyê (BTK) de hate ragihandin ku Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Dîlokê di 3'ê Îlona 2020'an de biryara tedbîrê daniye ser malpera 'mezopotamyaajansi22.com'.

Malper ji navnîşana 'mezopotamyaajansi24.com' dikare bê şopandin.

Bi heman rengî malpera înternetê ya Sendika.org jî hate astengkirin. Li hemberî vê astengiya ku cara 63'an tê kirin, malper dikare ji navnîşana sendika64.org ji nû ve bê şopandin.