Malpera ajansa Nûçe Ciwan careke din hate astengkirin

Malpera ajansa nûçeyan a ciwanan (Nûçe Ciwan) careke din hate astengkirin.

Di daxuyaniya Ajansa Nûçe Ciwan de hate ragihandin ku malpera ajansê careke din ji aliyê dewleta Tirk ve hate astengkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi nûçe û weşana xwe, şerê taybet ê dewleta Tirk pûç dike. Lewma bi biryarên nehiqûqî yên dewleta Tirki, malpera me timî tê astengkirin. Em dixwazin ji şopînerên xwe re careke din ragihînin ku heta têkbirina dagirkerî û sansurê em ê têkoşîna xwe li ser xeta kevneşopiya çapemeniya azad û şoreşger bidomînin. Ajansa Nûçe Ciwan li ser malpera https://www.nuceciwan53.com/ dikare bê şopandin."