Malbatên Şehîdan li Berlînê li hev civiya

Saziya Malbatên Şehîd û Mexdûrên Şer, li paytexta Elmanya Berlînê civînek pêk anîn.

Saziya Malbatên Şehîd û Mexdûran ku wek KOMAW (Komela Malbatên Mexdûr û Wendahiyan) jî tê nasîn piştî Halle û Dresdenê li Berlînê jî civîneke girseyî pêk anî. 

Nivîskar Ahmet Aktaş di civînê de axivî û got: "Em di demeke pir dijwar re derbas dibin. Şehîdên me ji her demê bêhtir inin, dilê me diêşe. Lê ev pêvajo dirêj dewam nake, divê em bawer bikin ku wê desketiyên me ji êş û jana dilê me mezintir be."

Civîn saet di 14.00 an de li Komeleya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya li Resîdenz Str ê hate lidarxistin. 

Di cîvînê de ji malbatên şehîdan û rêveberên saziya KOMAW'ê Cumalî Şaylemez, Nivîskar Ahmet Aktaş, Dayê Koker, Cengîz Toy, Adalet Alkan, Pervîn Kaplan, Şemse Bilgin, Kadîr Polat li gel sed kesî beşdar û amade bûn. 

Civîna malbatên şehîd û mexdûran bi qasî 2 saetan dewam kir û li ser pirsgirêkên wek; tespîtkirina hejmar û cihên malbatên şehîdan, tespît û dîtina kesên di şerê qirêj de hatin wendakirin û plansaziya siberojê jî hate kirin.

Di encama civînê de komîteyeke rêveberiyê ya ji 11 kesî hate hilbijartin.

Di kombûnê de ku dem bi dem dîmenên hestiyar derketin holê, malbat û xizmên cangoriyan der barê girîngiya şehadetê û sazîbûna kurdan de nêrînên xwe anîn ziman. Girseya beşdar bi dirûşmên wek; şehîd namirin jî hestên xwe derbirîn.

Piştî civînê û hilbijartina komîteya rêveber xwarin hate xwarin.

Çend ji axaftinên di civînê de hatin kirin bi vî rengî ye:

Dayê Koker: Divê em wek malbat, dayik, bav û birayên şehîdan ji her kesî bêtir li şehîdên xwe xwedî derkevin. Li Kurdistanê gava çalakiyek çêdibe malbatên şehîdan beriya her kesî xwe didin pêş. Divê em nehêlin dijmin bi me bileyze, divê em ji bîr nekin ku eger mezinên me ev êş û tedahî kişandibana, me dê îro van êş û janan nekişanda. 

Cumalî Şaylemez: Wek KOMAW ê me beriya mehekê biryara vê civînê girtibû. Ji bo ku malbatên şehîdan, mexdûrên şer û wendayan bigihine hevdu û xebatên xwe bimeşînin. Ev civîn jî ji bo rûnandina vê saziyê ye. Berlîn cihekî muhim e, gelek malbatên şehîdan hene, hîna em nizanin hejmara wan çiqas e, me komîteyek ava kir, dê karê xwe resmî bike. YA yekê; arşîvek pêwist e, çiqas malbatên şehîdan li Berlînê hene, ya duduyan; divê bibin endamên KOMAW ê, ya siyê: eger kesên wenda hebin, divê bên tespîtkirin, ev ji bo lêpirsîn û lêkolîna wan girîng e. Em dixwazin saziya xwe berfireh bikin, ji bo her şar parçeyên Kurdistanê kar bikin. Eger em belgeyên girîng bi dest bixin ev him ji bo me baş dibe û em dikarin wan dosyayan bidin saziyên navneteweyî yên bi wendayan û bi mafên mirovan ve têkildar. Tirkan bi xwe digotin ku faîlê 17 hezar kesî nediyar e. Her çiqas faîl ji aliyê me ve diyar jî be, lê em nikarin bidin bawerkirin. Heta li Fransa sê hevalên me qetilkirin û hemû lêkolîn heta ber deriyê saziya MIT ê û Tirkiyeyê diçin, li wir derî li me tên girtin. KOMAW jî ji bo van hatiye damezirandin û dê vê xebatê bike. 

Ahmet Aktaş: Sazî wek tevahiya malbatên şehîdan ên li Ewropa hatiye avakirin. Kombûna me jî di çarçoveya xebata saziya malbatên şehîdan de hate lidarxistin. Mebest him bîranîna wan û him jî avakirina saziyan e. Xala yekê; komîsyon tên avakirin; pirsên wek; em çawa dikarin pirtir layiqê şehîdan bin, xebateke baştir bimeşînin. Divê neyê jibîrkirin ku li Rojhilata Navîn du aktorên esasî yên cîhanî hene ya sêyê jî Kurd in û Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Êş û xemên me gelek in, lê serketinên me jî gelek in. Divê em wek malbatên şehîdan vana jî bibînin. Serketinên me birînên me derman dikin. Her xebatên me bi rêxistinî dibe, rêxistin her rêxistin. Em di qonaxeke dijwar re derbas dibin, rewşa Bakur û Rojava di çi astê de ye? Tirk neyar in li gel DAIŞ'ê gelek faşîzan û kevneperest in, lê em ê derbas bikin û di demeke kurt de em ê bibin xwediyê gelek destketiyan.

...