Malbatên Roboskî li cihê zarokên wan lê hatine kuştin e

Malbatên Roboskî li cihê zarokên wan lê hatine kuştin e

Malbatên Roboskiyê yên 34 zarokên wan ji aliyê balefirên şer yên artêşa Tirk ve hatin qetilkirin, di roja 500’mîn ya komkujiyê de sînorê Başûrê Kurdistanê li ber 15'emîn kevirên sînor ên komkujî lê pêk hat û qurnefil danîn.

Di 28'ê Kanûna 2011'an de 4 balefirên şer ên artêşa Tirk li Gundê Roboskiyêyê girêdayî navçeya Qilabana Şirnexê bombe barandibûn û di kombebaranê de 34 welatiyên Kurd ku piraniya wan ciwan hati qetil kiribûn. 500 roj li ser komkujiyê re derbaz bûn, lê hêj agahiyên komkujiyê nehatin ronîkirin. Welatiyên li ber 15'emîn kevirê sînor kom bûn, qurnefil danîn cihê komkujiyê û xwestin hesab ji berpirsyarên komkujiyê bên pirsîn.

Malbat di seetên sibê de li qada gund kom bûn û ber bi herêma komkujiyê ya sînor ve meşiyan. Malbatên ku hatin li ber kevirê sînor qada komkujiyê kom bûn qurnefil danin cihê bûyerê û zarokên xwe bibîr anîn. Dayîkên li ser sînor kom bûn li vir zimêr bi kurdî qêriyan û xwestin bûyer ronî bibe. Dema dayîk hatin herêmê helîkopterên kobra li cihê bûyerê nizim hatin û çûn. Malbatan anîn ziman ku, heta liv û tevgera leşkerî berdewam bike dê ji vir neçin. Rawestîna malbatan berdewam dike.