Malbatên Pirsûsiyan çûn serdana ‘Nobeda Wijdan û Edaletê’

Serdana beşên cuda cuda yên ji bo çalakiya nobedê ya HDP’yiyan a li Parak Yogûrtçûyê dayîn destpêkirin dewam dike.

Însyatîa Malbatên Pirsûsê yên ku ev nêzî 2 sal in li benad edaletê ne, çûn serdana Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP’yiyan.

Însyatîfa Malbatên Pirsûsê, di roja 4’emîn de çûn serdana Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku li Parka Yogûrtçûyê dewam dike.

Li ser navê malbatan bavê Vetad Bûdak ê ku di Qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû Mûrat Bûdak axivî û got: “Hevşaredarên giştî yên dîl hatine girtin, hevşaredar, rêveber, gaziyên Pirsûsê, Nûriye û Semîh û hemû girtiyên azadiyê silav dikim. Em weke yên li Kurdistan û Tirkiyeyê tevî hemû qetlîaman li virin û ji bo edalet û aştiyê bînin welat em ê têkoşîna xwe bidomînin didin diyarkirin. Em ev 24 meh in têkoşîna edaletê dikin. Heta edaletê bê bi cih em ê têkoşîna xwe bidomînin.”