Malbatên girtiyan û xizmên girtiyan bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kirin

Malbatên girtiyan û xizmên girtiyan bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kirin û bal kişandin ser tecrîd û rewşa girtiyên nexweş.

Çalakiyên ku malbatên girtiyan bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî û çareseriya pirsgirêka Kurd dane destpêkirin didomin. Gelek malbatên girtiyan ên di vê çarçoveyê de ji Amed û Êlihê hatin Enqereyê bi daxwaza “Edaletê bi cih bîne, hiqûqê pêk bîne” bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş, Alî Bozan û Newroz Ûysal Aslan jî bi malbatan re bûn. 

Hevdîtin hêj didome. Tê payîn ku malbatên girtiyan dê piştî hevdîtinê daxuyaniyê bidin. 

Malbatên girtiyan ên ji Êlih û Amedê hatin Enqereyê, bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re hevdîtinê dikin. 

Çalakiyên ku malbatên girtiyan bi daxwaza rakirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî û çareseriya pirsgirêka Kurd dane destpêkirin didomin. Gelek malbatên girtiyan ên di vê çarçoveyê de ji Amed û Êlihê hatin Enqereyê bi daxwaza “Edaletê bi cih bîne, hiqûqê pêk bîne” bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş, Alî Bozan û Newroz Ûysal Aslan jî bi malbatan re bûn. 

Hevdîtin hêj didome. Tê payîn ku malbatên girtiyan dê piştî hevdîtinê daxuyaniyê bidin.