Malbatên girtiyan: Em xwedî li daxwazên wan derdikevin, tecrîd divê rabe

Înîsîyatîfa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê ji bo balê bikêşin li ser grevên birçîbûnê civîn li dar xistin. Malbatên girtiyan gotin; “Divê hemû welat rabe ser pêyan, yan wê gelek dereng bibe”.

Înîsîyatîfa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê bi armanca balê bikêşin ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven ên li dijî tecrîda Îmralî li Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê lidarxist. Di civînê de pankarta “Leyla Guven mafdar e. Divê bi teqez tecrîd rabe” hate vekirin û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û malbatên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne,  beşdar bûn.

‘BERXWEDAN REJÎMÊ DORPÊÇ DIKE’

Di civînê de ji malbatên girtiyan Hasan Demîr metna çapemeniyê xwend. Demîr got; “Her roja diçe rewşa tenduristiya berxwedêrên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla guven û Nasir Yagiz de giran dibe. Berxwedana wan rejîmê dorpêç dike û bê çare dihêle. Ji ber ku berxwedêran serketinên mezin bi dest xist.”

Demîr bi domdarî got; “Em malbatên girtiyan carek din bang dikin daxwazên wan daxwazên me ne. Em dixwazin ewlehî, tenduristî, hevdîtin û hemû mafên siyasî yên rêzdar Ocalan pêk werin.”

‘DIVÊ HEMÛ WELAT RABE SER PÊYAN’

Cahîde Yildirim a ku birayê wê di grevê de ye wiha got; “Her dem ez li gel birayê xwe me û piştgiriya wî dikim. Divê em mil bidin milê hev li qadan dengê xwe bidin bihîstin yan jî wê dereng bibe”. Xizma girtiyek din Gulseren Yildirim jî got; “Ne tenê barê malbatên girtiyên di grevê de ye. Demokratî ne ji bo me tenê ye. Divê ji bo vê hemû welat rabe ser pêyan. Ez piştgiriyê didin birayê xwe û bi serbilind im. Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakî bidomin.”

PÎROGLÛ: HEVDÎTINA BI OCALAN RE WÊ MIRINAN RAWESTÎNE

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî wiha got;

“Hevdîtina bi rêzdar Abdullah Ocalan re tê çi wateyê ev welat di dema pêvajoya çareseriyê de dizane. Ji mizgeftan cenaze ranebûn. Cenaze neçûn ji malên hejaran re. Em hemû baş dizanin ku Qesir û deshilatdarî hebûna xwe li dijî dijminahiya li ser gelê Kurd didomîne. Ji ber wê daxwazên hemû çalakgerên grevên birçîbûnê daxwazên me yên hevpar e.”