Malbatên Girtiyan bang li her kesê kirin ku li dora Rêber Apo kom bibin

MED TUHAD-FED’ê bang li her kesê kir ku li dora banga dîrokî ya Rêber Apo kom bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwest.

MALBATÊN GIRTIYAN

Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya Mezopotamyayê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED), der barê banga Rêber Apo ya di 27'ê Sibatê de kiribû daxuyaniyek da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA) û xizmên girtiyan tevlî daxuyaniya li avahiyên komeleyê hatin dayîn bûn. Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Pinar Sakik Tekîn daxuyanî xwend û diyar kir ku peyama Rêber Apo ya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser girîngiya bangawaziyê û wiha got: "Gotina birêz Abdullah Ocalan a ji bo vê girîngiya dîrokî, daxwaza wî ew e ku ji bo pêşketinên navneteweyî û şerên herêmî hevsengiyeke nû ava bike û pêşengiyê ji têkoşîna demokrasiyê re bike. Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re banga jiyana demokratîk li gelê Kurd û gelên herêmê kir."

Pinar Sakik Tekîn da zanîn ku bangawazî di cewhera avakirina civakekê de ye ku jin û gelên ji hemû nasnameyan dikarin bi awayekî azad bijîn û mafên xwe biparêzin û wiha got: "Di bin bandora şer û hilweşînên ku Rojhilata Navîn û herêma me ji her alî ve hejandin de, hemû gelên herêmê xwedî hêviya aştiyeke nû ne û di heman demê de li dijî mirinê, felsefe û israra jiyanê ye. Em diyar dikin ku em piştgiriyê didin Banga Sedsalê ya birêz Ocalan. Û divê em bi wê hişmendiyê tevbigerin û em mecbûr in ku çi peywir dikeve ser milê me bi cih bînin. Ev nêzî çil sal in em dibin şahidê van pevçûnan, em bi MED TUHAD-FED û komele, nûner û hemû malbatên xwe re piştgiriyê didin Banga Sedsalê. Em bang dikin ku birêz Abdullah Ocalan bi awayekî azad bixebite û di zûtirîn demê de azadiya fîzîkî pêk bîne û em dizanin ku parastina aştiyê ji têkoşînê zehmettir e. Ji bo vê jî em bang li her kesî dikin ku li dora vê bangê bibin yek.”