Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li rayedaran dan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo xizmên xwe bibînin serî li rayedaran dan.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo xizmên xwe bibînin serî li rayedaran dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan.