Malbatan êrîşên li ser goristanan şermezarkirin

Malbatên ku xizmên xwe winda kirine, li dijî êrîşên li ser goristanan hatin ba hev. Malbatên ku hikûmet hişyar kirin, bang li raya giştî ya demokratîk kirin.

Malbatên xizmên xwe winda kirin, di derbarê rûxandina goran de li avahiya Komeleya Alîkarî û Piştîvaniya Malbatên Anadolû yên Xizmên xwe Winda kirin (An –Yakaydar) a li Ûnkapanê civîna çapemeniyê lidar xistin. Hevberdevkê Bajar ê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Mevlut Aykoç, Rêveberên Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Bajar, rêveberên HDP’ê yên Bajar, nûnerên Ensîtîtuya Kurdî ya Stenbolê û gelek xizmên windayan beşdarî civînê bûn. Pankarta bi zimanê Kurd û Tirkî ya “Mirin ji bo hemû zindiyan rastiyeke, gor maf û pîroziyên hemû mirovên dimirine û dest nedin goran” bi salonê ve hat kirin.

‘POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ DI ROJA ME YA ÎRO DE JÎ DEWAM DIKIN’

Faysal Ozdeş li ser navê malbatên xizmên xwe winda kirin daxuyaniyê çapemeniyê xwend û wiha got: “Di salên 90’î de bi hezaran gund hatin şewitandin. Di pêvajoya pevçûnan de, bi hezaran kes hatin binçavkirin û li kolanan hatin serwinda kirin. Ji ber vê erdnîgariya Kurd veguheriye zeviyan goran. Li ser esasê ji bîr kirinê mafê gorê nedan bi hezaran kesên li Agirî, Geliyê Zilan û Dersimê hatin qetlkirin. Li gorî peymanên navneteweyî ev jenosîda çandî û fizikiye. Ev ne wijdanî û exlaqiye. Ev polîtîkayên qirkirinê di roja me ya îro de jî dewam dike.”

‘BAL HATE KIŞANDINA SER CENAZEYÊ HATINE REVANDIN’ 

Ozdaş, anî ziman ku di pêvajoya çareseriyê ya sala 2013’an de cenazeyê bi sedan kesên di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, li goristanên cuda hatin definkirin û wiha bilêv kir: “Li ser vî esasî bi dehan goristan li Xerzan, Tetwan, Fereşîn, Bestler, Dersim û Lîcê hatin avakirin. Çawan ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, êrîş li dijî goristanên Xerzan, Gimgim, Lîcê, Fereşîn, Tetwan û Yenîkoy pêk ahtin. Dîsa di 16’ê Kanûna 2017’an de 267 cezane ji Goristana Xerzanê hatin revandin. Malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin, gelek caran serlêdan kirin. Lê hemû hewl danên wan bên encam man.”

BANGA HESTIYARIYÊ LI RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK HATE KIRIN

Ozdaş, bal kişand ser rûxandina gorên gundê Sûsî ya navçeya Lîcê û wiha got: “Malbatên ku di cejnê de çûn ser gorên zarokên xwe dîtin ku gor hatine rûxandin. Em baş dizanin ku ev êrîş ne takekesî ne. Êrîş bi zanebûn û bi rêxistin kirî hatiye kirin. Ji bo ku êdî êrîş pêk neyên em bang hestiyariyê li raya giştî ya demokratîk dikin.” Ozguneş piştre daxwazên xwe anîn ziman.