Malbata girtiyê siyasî yê Kurd Gulperîpûr bifikare

Malbata girtiyê siyasî yê Kurd Gulperîpûr bifikare

Girtiyê Kurd Hebîbullah Gulperîpûr ku li Îranê bi endamtiya PJAK’ê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û li girtîgeha Semnanê bû, hate ragihandin ku di 10’ê Gulanê de veguhestine girtîgehekî din. Hatibû ragihandin ku, di 11'ê Gulanê de Gulperîpûr veguhestine girtîgeha Urmiyeyê. ji ber vê rewşê malbat bifikare ku Gulperîpûr înfaz bikin.

Li gorî agahiyên ku dezgeha Kampanya Navnetewî ya ji bo Mafê Mirovan yên li Îranê dane, Gulperîpûr ku di 9’ê Gulanê de bi malbata xwe re hevdîtinek kurt ya telefonê kir, da diyarikrin ku di 10’ê Gulanê de veguhestine girtîgehekî din lê di vê mijarê de ti agahiyên din nedane wan. Cezayê darvekirinê ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, vê rewşê rê li ber fikaran vekir ku Gulperîpûr darve bikin.

Daxuyaniya ku ji aliyê malbatê ve hate kirin, hate ragihandin ku wan nekariye bizanin ka Gulperîpûr ji ber çi sedemê û birine kuderê.

Roja Şemiyê 11’ê Gulanê li gorî agahiyên ku ji Rojhilatê Kurdistanê hatibûn girtin, hatibû ragihandin ku girtiyê siyasiyê Kurd Hebîbulah Gulperîpûr birine Girtîgeha navendî ya Urmiyeyê.

Gulperîpûr 27’ê Îlona 2007’an li Mehabadê hatibû girtin û îşkenceyek giran dîtibû. Di 14’ê Adara 2010’an jî cezayê darvekirinê li Gulperîpûr hatibû birîn. Gulperîpûr biryara darvekirinê ya bi çend deqîqeyan bi çalakiya birçîbûnê ya 15 rojan protesto kiribû.