Malbata Şenyaşar ev 312 roj in ji bo edaletê nobetê digire

Malbata Şenyaşar bang li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê kir û got, ''Hemû bar wê li ser we bimîne.''

Yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar Nobeta Dadê ku 9'ê Adara 2021'an li ber avahiya edliyê ya Rihayê dane destpêkirin didomînin.

Di roja 312'an a çalakiya nobetê de malbat hate ber avahiyê. Li ser hesabê xwe yê twitterê jî bang li Serdozgerê Komara Rihayê Onder Yenîçerî kir. 

Di peyamê de wiha hate gotin:

''Serdozger Onder Yenîçerî û ekîba wî, li şûna rêgezên hiqûqê we talîmatên rajoran bi cih anî. 'Hemû bar wê li ser we bimîne!' Ên ku îro talîmat dane we sibe wê bibêjin, 'we ji me pirsî?''