Mala Kurdan a Kolnê: Dewleta Tirk komeleya me dike hedef

Desteya Rêveber a Mala Kurdan a Kolnê bal kişand ser îdîayên bêbingeh ên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li hemberî komeleya wan û bang li gel kir.

Daxuyanî bi navê hevserokan Yildiz Aydenîz û Şukru Tore hate dayin.

Di daxuyaniyê de işaret bi konsepta dewleta Tirk a ji bo krîmînalîzekirina saziyên Kurdan hate kirin û hate ragihandin ku dewleta Tirk bi rêya medya xwe, înternetê û medya dîjîtal hewl dide rastiyan berevajî bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em saziyeke çandî ne ku pirsgirêkên çandî, civakî û siyasî yên gelê Kurd dixin rojevê û tevî gelê xwe hewl didin van pirsgirêkan çareser bikin. Komeleya me ku li vê qadê dixebite, dibe hedefa êrişên krîmînalîzekirin û reşkirinê ya dewleta Tirk."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Elman bi xwe eşkere kir ku li Elmanyayê 8 hezar endamên îstîxbaratê yên dewleta Tirk hene û karê ji bo krîmînalîzekirina siyasetmedar û komeleyên demokratîk ên Kurdan ji aliyê van sîxuran ve tê meşandin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di medya dewleta Tirk de bi rêk û pêk û koordîneyê tê ragihandin ku jineke ciwan a meha Çileyê ji mala xwe derket ji aliyê PKK'ê ve hatiye revandin û li komeleya me hatiye hiştin. Bi vî rengî polîtîkaya şerê taybet tê meşandin û komeleya me dikin hedef.

Em vê îftira û nûçeya derewîn şermezar dikin. Em bang li her kesî dikin ku nebin amûrê lîstikên dewleta Tirk û nekevin xefika vê dewletê.

Li dijî vê îftiraya bêbingeh a li hemberî rêveber û endamên saziya me, em ê ji aliyê qanûnî ve bikevin nava hewldanan û bang li gelê xwe dikin ku hişyar be."