MÛB: Em şehîdên Simêlê didin jiyîn!
MÛB’ê şehîdên Simêlê bi bîr anî û got, “Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li doz û şehîdên xwe derkevin. Em bang li raya giştî ya navneteweyî jî dikin ku bila piştgiriya têkoşîna azadiyê ya gelê me bikin.”

Lijneya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrînê ji bo şehîdên Simêlê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Wekî ku tê zanîn li dijî gelê Suryan, Asûrî, Aramî û Keldanî di 200 salên dawîn de êrîşên giran hatin kirin. Di 1933’an de artêşa Iraqê qetlîamek kir. Di qetlîama 7’ê Tebaxê de xwestin gelên me tasfiye bikin. Di vê qetlîamê de 65 cih hatine hilweşandin, bi sedan mirovên me hatin qetilkirin û bi deh hezaran gelê me jî koçer bûn. Li kampên Mûsilê zarok, jin, kal û pîrên me ji ber şertên giran û nexweşiyan jiyana xwe ji dest dan.
Em di salvegera 84’emîn a qetlîama Simêlê de şehîdên xwe bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li doz û şehîdên xwe derkevin. Em bang li raya giştî ya navneteweyî jî dikin ku bila piştgiriya têkoşîna azadiyê ya gelê me bikin.”