MŞD: Faşîzma AKP-MHP’ê wê li Efrînê têk biçe!
Hevseroktiya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û Rojava daxuyaniye da.
Hevseroktiya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û Rojava daxuyaniye da.
Hevseroktiya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û Rojava daxuyaniye da. Meclîsê êrîşa dagirker a dewleta Tirk şermezar kir, berxwedaniya QSD, YPG, YPJ û gelên Efrînê pîroz kir û got, ‘Bi qelêşiya faşîzma AKP’ê Bihara Ereban’ dest pê kir. Di vê pêvajoyê de yek ji daxwaza Erdogan ew bû ku destkeftiyên gelê Kurd dagir bike, cografyaya beriya Şerê Cîhanê yê 1’ê bi dest bixe û desthilatdariya Osmanî ya wê demê di sedsala 21’ê de ava bike. Lê paradîgmaya Rêber Apo, modêla Demokrasiya Konfederal ku li Rojava, Şengalê û gelek deverên dî pêk hatî pêşî li vê plana qelêş girt.’’
Meclîsê bal kişande ser siyaeta qirêjî ya dewleta Tirk û êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê, Kobanê ya bi dest DAÎŞ’ê bi bîr xist û got plana Erdogan û AKP’ê li Şengalê û Kobanê hate şikandin û ji bo tolhildana vê têkçûnê faşîzma AKP-MHP’ê li Bakur êrîşa giran bi ser Kurdên Bakur de aniye, operasyonên qirkrina siyasî daye destpêkirin, lbajarên mîna Sûrê, Cizîrê, Nisêbînê, Hezexê, Silopya kavil kiriye, şewitandiye û bi sedan zarok û jin qetil kiriye, siyaseta asîmîlasyon û koçberiyê dane meşandin.
‘ERDOGAN PIŞTÎ HILWEŞÎNA REQA DÎN Û HAR BÛ’
Hevseroktiya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat bal kişande ser rizgarkirina Reqayê û got, ‘’Paytexta DAÎŞ’ê Req ji çeteyên Erdogan hate paqijkirin û gelê Ereb û gelên dî hatin rizgarkirin. Piştî vê Erdogan mîna marekî birîndar, ku di siyaseta xwe de îfalas kirî, bi aboriya xwe ya îflas kirî, bi dîplomasiya xwe ya têkçûyî har û dîn bû û nizanîbû çi bike. Paytexda DAÎŞ’ê ku Erdogan pir jê bihêvî bû têk çû. Ji bo tolê hilîne erîşa hovane bi ser gelê me yê Efrînê tîne. Herêma Efrînê bombe dike’ û bi berdewamî hate diyarkirin ku li herêma Efrînê 14 gundên Êzidiyan hene, nêzî 25 hezar Êzîdî li herêma Efrînê dijîn û got Erdogan dixwaze komkujiya xwe li Şengalê li Efrînê jî dubare bike.
‘EFRÎN WÊ JI FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê RE BIBE GORISTAN’
Hevseroktiya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat got çawa li Şengalê, Kobanê Erdogan û hevkarên wan têk çûn, Şengal û Kobanê ji çeteyên dewleta Tirk re bûbe goristan, Efrîn jî wê ji faşîzma AKP-MHP’ê re bibe goristan û dawiya dîktatoran bîne.
‘EM DIRÛTIYA RÛSYA Û ELMANYA ŞERMEZAR DIKIN’
Hevseroktiya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî welat herî dawî got, ‘em dirûtiya Rûsyayê şermezar dikin’ û bal kişande ser tangên Elman yên berê di êrîşan Xanesorê ya Şengalê de hatibûn bi kar anîn û niha jî li Efrînê ji hêla dewleta Tirk ve li dijî Efrînê têne bik ar anîn û got ew hijûmeta Elman şermezar dikin, hikûmeta Elman jî parçeyek ji şerê qirêj ê dijî gelê Kurd e.
BANG LI CIVAKA ÊZÎDÎ: JI BO EFRÎNÊ SEFERBER BIBIN
Hevseroktiya Meclîsa Şengalê herî dawî bang civaka li Şengalê û Başûr û derveyî welat kir, ku çawa di Fermanê de YPG-YPJ li Şengalê û civaka Êzîdî xwedî derketine divê civaka Êzîdî jî seferber bibin, li Efrînê xwedî derkevin.