MŞD: Em Şemiyê tevlî mîtînga Dusseldorfê bibin

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) biryara qedexekirinê ya Elmanyayê ya li ser Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî şermezar kir û banga tevlêbûnê li mîtînga roja Şemiyê ya li bajarê Dusseldorfê yê li Elmanyayê kir.

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD ) bi daxuyaniyeke nivîskî biryara qedexekirinê ya Elmanyayê ya li ser Festîvala Navneteweyî ya Çanda Kurd a 26’an ku bi navê Platforma Efrînê we bihata kirin şermezar kir û bang li hemû Êzîdiyan kir ku Şemiyê li Dusseldorfê bin.

Di daxuyaniya nivîskî ya MŞD’ê de hate bibîrxistin ku bi dehan fermanên li ser Êzîdiyan bi destê Osmaniyan hatine kirin; kuştin, revandina, firotina jinên Êzîdî ku DAÎŞ’ê kirî, Osmaniyan jî li ser Êzîdiyan kirine. MŞD’ê diyar kir ku DAÎŞ projeya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bû, dema ku Adara 2017'an bi PDK'ê re êrîş birin ser Xanesorê armanc ew bû ku qirkirina nîvcomayî ya DAÎŞ’ê temam bikin. Her wiha hate bibîrxistin ku di êrîşa Xanesorê de jî bi çekên hikûmeta Elman Êzîdî hatine kuştin, heman tişt li Efrînê jî li ser Êzîdiyan ji hêla AKP'ê û çeteyên wê DAÎŞ'ê ve hatiye kirin.

MŞD’ê bi sûîqestê şehîdkirina Mam Zekî Şengalî jî bi bîr xist û got, "Di kesayata Mam Zekî de êrîş dijî hebûn û vîna Êzîdiyan bû". Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo Êzîdî bê Rêber bimînin, ji bo îrade û rêxistiniya Êzîdiyan bişikê ev komplo pêk hat."

MŞD'ê li ser biryara qedexekirina Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 26'an, ya ji hêla Elmanyayê ve bi bîr xist û got, "Elmanya ji bo berjewendiya xwe ya aborî, ji bo firotina çekan, me dike qurbana siyasta xwe."

MŞD'ê bi domdarî got, "Hikûmeta Elman bê sedem nehişt ku ev festîval çêbibe. Dîsa nîşan da bi biryareke siyasî, ji bo ku têkiliya wan a bi faşîzma AKP'ê û dîktator Erdogan re xira nebin, ev biryar dan."

BANG

MŞD'ê herî dawî got ew helwesta şaredariya Dînslakenê û hikûmeta Elman şermezar dikin û bang li dewleta Elman kir ku dadmendî û destûra xwe ji bo berjewendiyên siyasî û aborî binpê neke, ji niha û pê ve guh bide wan.

MŞD'ê got, "Ji ber biryar û nêzîkatiya şaredariya Dînslakenê û hikûmeta Elmanya, em bang li civaka xwe dikin ku roja Şemiyê her kes tevlî mîtînga Dusseldorfê bibe."