Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê meha hezîranê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin ket roja 177’emîn.
Çalakiya di 25’ê hezîranê de bi komeke ji 5 kesan pêk dihat dest pê kir vê hefteyê ji aliyê 3 kesên ji bajarê Hagen a Almanyayê dewr hat girtin. Her hefte çalakî bi komeke nû didome.
3 kesên endamên Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê ku çalakî dewr girtin ligel hewaya sar dê nobeta xwe bigirin.
Cigirê serokê Civaka Federasyona Îslamî ya Kurdistanê Nîzamettîn Toguç û endamên Fedarasyonê , Mele Salîh û Melefzî çalakiyê didomînin.
Mele Salih îşkence û tecrîda li ser Ocalan lanet kir û diyar kir ku dewleta tirk çareseriya rast pêk nayne û wiha got: “AKP li aliyekê bertek nîşanê Suriyeyê dide li aliyê din kurdan qetil dike. Kurdan digire, destdena parlamenteran radike. Erdogan û zihniyeta wî bi qasî ku rumetê dide gelê filistînê nade gelê xwe.”
Salih da zanîn k udi ser komkujiya Roboskê de salek derbas bû lê tu kes nehat darizandin û got daxwazên me diyarin: “em dixwazin bi zimanê xwe û çanda xwe bi awayekî azad bijîn.”
Nîzametîn Toguç jî diyar ki rku di dîrokê de Rêberên gelan hene û da zanîn rêberê wan jî Abdullah Ocalan e. Toguç da zanîn ku pirsgirêka kurd pirsgirêkek navnetewî ye û got ji bo çareseriyê Ocalan rêbazeke baş ya konfederalîzma demokratîk derxistiye holê.