Li Zanîngeha Kocaeliyê provokasyonên nîjadperestî

Li Zanîngeha Kocaeliyê provokasyonên nîjadperestî

Xwendekarên Kurd û xwendekarên şoreşgerên demokrat yên xwestin li Kampusa Umuttepe ya Zanîngeha Kocaeliyê Aydin Erdem bibîr bînin û ulkucuyên di bin navê “nelet li terorê” xwestin çalakiyekî nîjadperestî li darbixînin, hatin beramberî hev.

Xwendekarên şoreşger yên demokrat ji bo xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem yê beriya 3 sal di 6’ê Kanûnê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, xwestin çalakiyek ya bîranînê li darbixin li Kampusa Umuttepeyê kombûn. Xwendekarên xwestin dest bi meşê bikin pêşiya wan ji aliyê polîsan ve hate girtin, xwendekarên ulkucu jî di bin nave “nelet li terorê” li heman demjimêr û cihî ji bo çalakiyê kombûn. Dema ku her du kom hatin beramberî hev, polîsên hêza çevîk ketin navbera her du koman de.

Bi sedan polîsên hêza çevîk bi panzeran xistin kampusê. Koman demek dirêj bi slogana li bendê man. Piştre polîsan koma ulkucu ji kampusê derxistin. Xwendekarên xwestin Aydin Erdem bibîr bînin jî li wir radiwestin.