Li Yemenê 55 kes hatin kuştin

Li Yemenê 55 kes hatin kuştin

Li başûrê Yemenê di navbera Cemaeta Hûtîn a Şîa û Selefiyînan de pevçûn derketin. Hate gotin ku di  encama pevçûnan de 55 çekdar ji herdu aliyan hatin kuştin.

Berdevkê Tevgera Selefî ya Yemenê Yihya Ebû Isbei ji Reutersê re axivî û diyar kir ku pevçûn 4 rojan beriya niha li bakurê Yemenê di navbera Cemaeta Hûtîn a Şîa û Selefiyiyan de qewimîne. Ebû Isbei, piştrast kir ku heya niha di pevçûnan de 55 kes ji herdu aliyan hatine kutşin.

Cemaeta Şîa roja Çarşemê êrîşî bajarê Demac ku di bin destê Selefiyan de ye kirin. Di encamê de pevçûnên dijwar qewimîn. Hate gotin ku di pevçûnan de çekên giran û tang hatin bikar anîn. Derbarê sedema pevçûnan de jî hate destnîşankirin ku piştî Selefiyan 6 alîkariyên Hûtiyên ên Şîaa girtin, Hûtiyan êrîş kirin û di encamê de pevçûn qewimîn.

Li aliyê din jî berpirsên hikûmeta Yemenê di nava hewldanan de ye ku dawî li pevçûnan were û bi vê armancê navberkariyê dikin. Li cihên cûr be bûr ên Yemenê li dijî pevçûnan welatiyan meş lidar xistin.

Hêjayê gotinê ye ku cihên pevçûn lê diqewimin ne di bin kontrola hikûmeta Yemenê de ye.