Li Xarpêt û Kayseriyê zextê li girtiyan dikin

Li Xarpêtê cil û bergên ji bo nexweşê penceşêrê hatibû şandin nedanê, li Kayseriyê jî girtiyek ji aliyê gerdiyanan ve hate derbkirin.

Mehdî Boz ê girtiyê nexweşê penceşêra tîroîd û gelek nexweşên din pêre heye ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê tê ragirtin, cil û bergên ku ji malbatê xwestî, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi gotina ‘navnîşana şaş’ nehate radestkirin. Tiştên mîna pantolon, gumlek, terlik û gore yên ku Boz ji malbatê xwestibûn 7’ê Îlonê bi rêya kargoyê hatibû şandin, piştî 3 rojan bi gotina ‘navnîşana şaş’ ji malbatê re hate şandin.

Xuşk Necla Er anî ziman ku bi dehan car li ser heman navnîşanê pere şandiye, heta niha ti pirsgirêk derneketiye.

Er diyar kir ku wê dîsa tiştan bişînin û wiha got: “Ji bo şaştî ne be carekî din ez li girtîgehê geriyam. Navnîşan ku dabû, navnîşana ku beriya niha min li ser tişt dişandibûne, pirsa çima ‘navnîşan şaş e, tişt tê zivirandin?’, navnîşana ku gotibûn ‘şaş e’ ji min re dubare kirin. Min ji bo wan got e; ‘Ez ê giliyê we li wezaretê bikim’ wan jî gotin; ‘Tu li kû dixwazî li wir gilî bike.’ “

ENQERE

Girtiya jin Sînem Oguz, a ji Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê di 9'ê Îlona 2018'an de anîn Girtîgeha Jinan a Enqereyê gardiyanan êrîş kir û lêdan. Gardiyanan dema Sînem Oguz anîn Girtîgehê "Lêgerîna tazî" li ser wê ferz kirin. Oguz ku lêgerîna tazî qebûl nekir, hate derbkirin. Şopa neynûkan li ser mil û zenda wê mabûn.

Prz. Alîşan Şahîn, diyar kir ku muwekila wî di 10'ê Îlone de derket pêşberî dadger û serpêhatiyên xwe vegotin. Şahîn got: “Muwekîla min rastî êrîşa 14 -15 gardiyanan hat. Li salona dadgehê piyê xwe nîşan da. Li ser mil û zendê wê şopa neynûk û lêdanê hebûn. Milê wê reş û şîn bûbû. Oguz ku rastî lêdanê hat rapor girt. Em wê di derbarê gardiyanên ku li diji hiqûqê û mirovahiyê tev geriyane serlêdana sûc bikin.”

Şahîn, anî ziman ku di demên dawî de li Girtîgeha Jinan a Enqereyê de binpêkirinên mafên mirovan wisa zêde dibin û divê di derbarê vê yekê de lêpirsin bê destpêkirin û gav bên avêtin. Şahin, anî ziman ku divê têkildarî berpirsiyaran jî lêpirsîna hiqûqê bê kirin û tişta pêwist bê kirin.