BI DÎMEN

Li Xakurkê gerîlayek şehîd bû

HPG'ê ragihand ku li Xakurkê gerîla Argeş Hewraman şehîd bûye û got, "Em ê hêjayî têkoşîna wî bin û teqez bi ser bixînin."

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎD

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Hevrê Argeş Hewraman di 22’yê Adara 2025’an de li herêma Xakurkê di encama qezayekê de tevlî karwanê şehîdan bû.

Hêvrêyê me Argeş ê ku ji roja ewil a naskirina têkoşîna me ya azadiyê ve bi ruhekî fedaî tevlî bû û ji bo ku hêrsa di dilê xwe de ya li hemberî dijmin di pratîkê de jî nîşan bide xwe ji erkên herî dijwar pêşniyar kir, hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi baldarî û cidîyeteke mezin bi cih anîn. Hevrêyê me yê Argeş hezkirina gel ku yek ji pîvaneke sereke ya şoreşgertiya Apoyî ye gelekî hîs kir,  ji bo ku sonda xwe ya tolhilanîna ji komkujiyên dijmin ên li ser gelê me û koçberiya bi darê zorê bi cih bîne bû xwediyê fedekarî û kedên mezin. Bi saya van taybetmendiyên xwe hem di dilê gelê me de û hem jî di dilê hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî pîroz. Hevrê Argeş ji ber hezkirin û dilsoziya xwe ya bêdawî yên ji bo xwezaya Kurdistanê li hemberî êrîşên dagirkeriyê weke milîtanekî Apoyî dizanîbû ku divê xwezaya Kurdistanê biparêze û cihê xwe di nava vê berxwedana dîrokî de girt. Di pêvajoya ku êrîşên dijmin ên herî dijwar de ji xwe re fermandara me ya fedaî  Zîlan (Zeynep Kinaci) mînak girt û bû xwedî tevlîbûneke girêdayî xeta fedaîbûnê. Ji ber wê yekê jî hemû deman li hemberî êrîşên li ser herêma Xakurkê amade bû û di lêxistina derbên giran de bû xwediyê kedeke mezin.

Şehadeta hevrêyê me Argeş ya zû û bêtalîh ku karî bi gelek taybetmendiyên weke duristî, sadebûn, dilnizmî, exlaqê paqij û gelek taybetmendiyên Apoyî yên pîroz di kasayeta xwe de temsîl bike, weke hevrêyên wî em gelekî xemgîn kirin. Em ê têkoşîna hevrêyê xwe yê ku ji bo şoreşa Kurdistanê bi serkeftinê were tacîdarkirin kedeke mezin e nîşan da, bi hişmendiya layiqbûnê tegez bigihînin serkeftinê.  Girêdayî vê yekê em ji malbata hêja ya hevrêyê me Argeş ê milîtanê Apoyî yê fedayî, Hewremana welatparêz  û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Argeş Hewraman bi vî rengî ne:

Nasnav: Argeş Hewraman
Nav paşnav: Îkbel Edwayî
Cihê jidayikbûnê: Merîwan
Dayik-Bav: Ayşe- Muhiyeddîn
Dem û cihê şehadetê: 22’yê Adara 2025’an/ Herêma Xakurkê

Rojhilatê Kurdistan, hişmendiya neteweyî ya ku di encama keda Rêbertî û şehîdên me de pêş ketiye her tim zindî hiştiye. Ev herêm her tim sekna xwe ya bi rûmet di nava her şert û mercî de parastiye û îradeya berxwedanê ya gelê me nîşan daye. Tevgera Apoyî ya ku çarenûsa gelê me guherand, tevî bi hezaran qehremanên xwe ji bo bigihêje serketinê û mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bîne, kedek bêhempa raberkiriye. Hevrêyê me Argeş li herêma Hewramanê di nava civakek wiha de ku ev kevneşopiya berxwedanê lê tê jiyîn, ji dayik bû. Hevrê Argeş bi welatparêzî û exlaqê kurdewariyê ku ji malbata xwe wergirtiye mezin bû. Hevrêyê me di temenê xwe yê biçûk de li hemberî Tevgera me girêdana wî pêş ket. Mîna her zarokek Kurd nakokî jiyan û li dijî zîhniyeta tekparêz a li dibistanên sîstemê nerazîbûnên wî pêş ket. Hevrêyê me ji ber ku nedikarî bi zimanê xwe yê dayikê bi awayekî azad biaxive û xwe di bin zextê de hîs dikir,  ev yek bû wesîle ku li dijî sîstemê her tim bi hêrs be. Hevrêyê me her ku mezin bû lêpirsîna wî ya li hemberî sîstema tekparêz a dewleta netewe û modernîteya kapîtalîst zêde bû û pê re meraqa wî ya li hemberî Tevgera me zêde bû. Hevrêyê me ji şehîdên me yên ku di çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêbertiya me de bi awayekî fedaî gihiştin şehadetê, gelek bi bandor bû. Hevrêyê me Argêş bi taybetî piştî vê pêvajoyê lêhûrbûnên kûr jiyaye û ji bo ku Tevgera me ji nêzîk ve nas bike, ketiye nava hewldanên mezin.

Di pêvajoyeke ku hêzên hegemonîk demek ji bo partiya me PKK’ê diyar kiribû de, hevrê Argeş bi baweriyeke xurt beşdarî xebatên Partiyê bû û ji ber ku bi milîtanên Apoyî re xebitî, gelekî di bin bandora wan de ma. Hevrêyê me ku bi awayekî aktîf beşdarî xebatên şehîdan bû, her ku Tevgera me nas kir, girêdana wî ya li hemberî xebatan jî bêhtir bû. Bi taybetî ji jiyana dilnizim, germ û jidil ên kadroyên PKK’ê hêzek mezin girt û di gelek xebatên serketî de cih girt. Hevrêyê me ku bi hesasiyetek mezin nêzî xebatên xwe dibû, hemû wezîfeyên ku Partiya me dida pêşiya wî bi layiqî bi cih dianî. Hevrê Argeş piştî xebatên bajar demek xebatên milîsiyê kir. Bi dîtin û naskirina gerîla re heyraniya wî zêdetir bû. Ew gerîlayên ku ji her aliyê Kurdistanê ji bo doza hevpar hatine û ji bo azadiya gelê me têdikoşin ji xwe re mînak girt. Hevrêyê me ku hem zanîngeh dixwand û hem jî karê Partiyê dikir, bi zanabûna divê êdî biryarek bide tevgeriya. Hevrêyê me li ser vê bingehê hemû îmkanên sîstema kapîtalîst red kir û jiyana xwezayî û bi rûmet hilbijart. Bi vê hişmendiyê dev ji zanîngehê berda û biryar da ku bibe Gerîlayê Azadiyê. Hevrêya me Argeş sala 2010'an tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û gava xwe ya destpêkê li nava jiyana ku heyranê wê bû avêt. Hevrêyê me ku di warê rêxistinî û jiyanî de bi tecrûbe bû, di demeke kurt de adapteyî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me ku tevlî perwerdeya şervanên nû bû, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û meraqa wî ya ji hînbûnê re, bû şervanekî nû yê mînak. Hevrêyê me ku bi perwerdeya îdeolojîk û leşkerî re lêhûrbûnên kûr jiyan, xwe di her wateyê de amade kir ku di vê pêvajoya ku Şerê Me yê Gel ê Şoreşgerî lê xurt bû de bi awayekî çalak cih bigire. Bi taybetî di dersên dîroka Kurdistanê de dema hînbû ku dewletên dagirker çi li hemberî gelê me kirine, hêrsa wî mezintir bû. Bi saya tecrûbeyên xwe ya li bajêr û milîsiyê ku berê kiribû, ji gelek aliyan ve alîkarî da hevrêyên xwe. Piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand, hevrêya me Argeş berê xwe da qadên pratîkî û xwest li ser her detaya jiyana gerîla serwer be. Her ku jiyana gerîlatî, xweza û têkiliyên kûr ên hevrêtiyê jiya, manewiyeta xwe xurt kir. Tevî ku gerîlayekî nû bû jî, di gelek xebatên stratejîk de ku ji bo Partiya me girîng bûn cih girt. Hevrêyê me di nava xebatên ku hemû planên dijmin vala derbixe de cih girt û xebatên ku veşarîbûn û hesasiyet divê bi awayekî serketî bi cih anîn. Hevrêyê me yê ku erkên xwe bi cidiyetek mezin bi cih anî, hurmeta hevrêyên xwe bi dest xist.

Hevrêyê me Argeş ji bo li dijî operasyonên bi armanca tasfiyekirina gerîla û gelê me hatî destpêkirin bigire û di aliyê leşkerî de pispor bibe pêşniyar kir ku tevlî perwerdehiyê bibe. Di van perwerdeyan de pêşketineke mezin bi dest xist û ji bo derbasî qadên lê şer giran e, israr kir. Hevrêyê me yê ku pêvajoya perwerdeyê baş nirxand û li ser taktîkên demê lêhûr bû, ji bo ku darbeyên giran li dijmin bixe kete nava lêgerînan. Hevrêyê me ji bo ku tiştên li qada perwerdeyê hîn bûye di qada piratîkê ya şer de pêk bîne û ji tecrûbeyên gerîla yên mezin sûd bigire, carek din berê xwe da qadên pratîkê. Hevrêyê me her karê ku digirt li gorî pîvanên Partiya me pêk dianî û di şert û mercên herî dijwar de jî hewl da ku jiyana Apoyî bijî. Piştî pratîkeke demdirêj, hevrêyê me ku di kesayetî û pratîka xwe de dixwest lêhûrbe û tevlîbûneke xurttir nîşan bide, tevlî perwerdeyên bîrdozî bû. Di dema perwerdeyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek dijwar bibûn. Vê rewşa şer îradeya hevrêyê me ya çûna qada şer hîn xurtir kir. Hevrêyê me Argeş ku bi saya jêhatîbûna wî ya di qada leşkerî û kûrbûna wî ya di aliyê îdeolojîk de pêşniyara wî hate qebûlkirin, piştî qedandina perwerdeyê berê xwe da herêma Xakurkê.

Hevrêyê me Argeş ê ku li Xakurkê li gorî mîsyona xwe tevgeriya û erka xwe bê dudilî bi cih anî, her kêliya jiyana xwe ji bo layiqî hevrêyên xwe yên şehîd bibe, feda kir.  Hevrêyê me bi fedekarî, dilnizmî û jêhatîbûna xwe ya di qada leşkerî de navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrêyê me di 22’yê Adara 2025’an de li Xakurkê di encama qezayek de şehîd bû. Hevrê Argeş bi ruhê fedayî, exlaqê paqij û helwesta xwe ya milîtaniyê wê her tim bê bîranîn. Em jî weke hevrêyên wî dê ala şoreşê ya ku wî radestî me kiriye, bilintir bikin û bi hişmendiya di şexsê wî de layiqî hemû şehîdên xwe bin tevbigerin."