Qurbaniyên komkujiya Qeladizê hatin bîranîn

Di salvegera 51’emîn a komkujiya Qeladizê ya ku di sala 1974'an de ji aliyê rejîma Baas ve hat kirin û di encamê de 467 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, merasîmeke bîranînê hat lidar xistin.

Li Bîrdariya Şehîdên Qeladizê ya li îdareya Raperîn, di 51’emîn salvegera bombebarana Qeladizê de, bi beşdariya welatiyên bajarok, aliyên siyasî, partî, rayedarên hikûmetê û nûnerên aliyên peywendîdar, merasîmek hate lidarxistin û deste gul danîn ser gorên şehîdan.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan, li gel danîna deste gulan, hejmarek berhemên hunerî hate pêşkêşkirin. Her wiha hinek rêze çalakî hatin lidarxistin.

Îsal jî gelek welatî ji ber nîgeraniya hikûmeta desthilatdar û paşguhkirina bajarê xwe beşdarî salvegerê nebûn.

Hêjayî gotinêye k u di 24’ê Nîsana 1974’an de balefirên rejîma Baas’ê sînorê bajarokê Qeladizê yê ser bi îdareya Raperîn û Zanîngeha Silêmaniyê bombebaran kirin. Di encamê de 467 welatî şehîd û birîndar bûn ku beşek ji şehîdan xwendekar û mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê bûn.