Di civîna Hewlêrê de siberoja Kurdan hate nîqaşkirin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noêl Barrot re hevdîtin pêk anîn.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noêl Barrot re hevdîtin pêk anîn.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noêl Barrot pesnê rola QSD’ê ya di têkoşîna li dijî terorê de da û diyar kir ku pêwîst e tevahî şêweyên piştgiriyê ji vê hêzê re bên dayîn ku şerê dijî çeteyên “DAÎŞ’ê” dewam bike, aramî û ewlehiya Sûriyeyê bi giştî xurt bibe. Wezîr Jean-Noêl Barrot îşaret bi ser beşdarbûna Kurdan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî ya birêvebirina Sûriyeyê kir ku Sûriyeyê bigihîne aramiya siyasî, ewlehî û aborî û jinûve welat were avakirin.

Di hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re, her du aliyan girîngî da yekrêziya Kurdî, nêrînên derbarê rewaşa Sûriyeyê û rewşa Kurdan tê de hatin parvekirin. Li aliyê din jî rêbazên rûbirûbûna gefên DAÎŞ’ê û terorîstan hatin nîqaşkirin. Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ya giştî ji bo lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Kurd li Rojava anî ziman.

Girêdayî wê, siberoja Sûriyeyê û têkiliyên di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de, bi taybet piştî peymana Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri îmze kiriye, hatin nîqaşkirin.

Di hevdîtinan de îşaret bi pêwîstiya beşdarbûna Kurdan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de û misogeriya mafên wan ên destûrî hat dayîn, her wiha rêbazên başkirina rewşa aborî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin nîqaşkirin.