Bakirhan peyama Rêber Apo digihîne malan

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û heyeta pê re, serdana malan kirin û peyama Rêber Apo ragihandin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û heyeta pê re di çarçoveya 'Serdanên malan ên ji bo aştî û civaka demokratîk' li Enqereyê serdana malan kirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Zulkuf Ûçar, endamên Meclîsa Partiyê û Rêxistina Bajarê Enqereyê ya DEM Partiyê tevlî serdanan bûn. Serdan li taxên Yakacik, Batikent û Yuzuncuyilê pêk hat.

Di serdanê de peyama Rêber Apo hate ragihandin û li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş hatin kirin.