Li bajarê Wuppertal a Almanyayê bi beşdariya Kurdistaniyên li Dusseldorf û derdora wê 34’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. Siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz di pîrozbahiyê de axaftinek kir û bang li gelê Kurd kir ku dabikevin kolanan û piştgiriyê bidin berxwedana gelê Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê.
Ji ber beşdarbûna zêde ya şahiya li Wuppertal Elberfeld pêk hat, salon teng bû. Şahî saet di 14.00 de bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Axaftina vekirinê ji aliyê Bayram Serhad ve hate kirin. Serhad bi silavkirina malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û hemû beşdaran dest bi axavtina xwe kir. Serhad bal kişand ser destkefiyên 34 salan ên PKK’ê û ji bo sala 2013 banga xurtkirina berxwedanê kir.
Piştî Serhad hunermend Navdar û Eser Bakî derketin ser dikê û stran gotin. Siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz di pîrozbahiyê de axaftinek kir û bang li gelê Kurd kir ku dabikevin kolanan û piştgiriyê bidin berxwedana gelê Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê.
Piştî axaftina Cansiz hunermed Canê derket ser dikê. Piştî Canê Mele Safî axaftinek kir û banga xurtkirina têkoşînê kir. Di dawiya şahiyê de hunermedn Diyar derket ser dikê û girseyê li ber stranên Diyar govend gerand.