Li Wargeha Penaberan Hozan Mizgîn hate bîranîn
Li Wargeha Penaberan Hozan Mizgîn hate bîranîn
Li Wargeha Penaberan Hozan Mizgîn hate bîranîn
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) ji bo bîranîna Hozan Mizgîn şevek ya bîranînê hate li darxistin.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Mexmûrê biboneya 22’mîn salvegera şehadeta gêrîlaya PKK’ê Hozan Mizgîn, ji aliyê TEV-ÇAND Wargehê ve şevek ya bîranînê hate li darxistin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi boneya salvegera hunermenda Kurd Mizgîn şeveke bîranînê hat organîzekirin. Bername li Navenda TEV-ÇAND’ê bi beşdariya gelê wargehê, bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiye de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
Di derbarê jiyan û kesayeta Hozan Mizgîn de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Rozerîn Yildiz axivî. Yildiz got ku, ew kesên di rêya welat û axa xwe de canê xwe feda dikin şehîdin û Mizgîn jî yek ji wan leheng û şehîdane.
Yildiz di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Sekn û xebata Heval Mizgîn tirs xistibû dilê dijmin, Mizgîn pîvana jin û hunera azade. Bersiva herî baş ya ji êrîşên dijmin re xwedîderketina li xeta şehîdane û berdewamkirina doza wane. Divê gotin û pratîka me yek be û bi vî awayî em dê karibin li şehîdên xwe xwedî derkevin. Di şexsê Heval Mizgîn de em tevayî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û soza bilindkirina doza wan didin.”
Piştî axaftina Rozerîn Yildiz, sînevîzyona di derbarê jiyana Hozan Mizgîn de hat temaşekirin. Stranên Gurbet Aydin (Mizgîn) ji aliyê hunermendên TEV-ÇAND’ê ve hatin gotin û şeva bîranînê bi dirûşmayên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.