Li Wanê plana êrîşa li dijî HDP'ê deşîfre bû

Derket holê ku li taxa Cevdet Paşa ya Wanê, kesekî ket hundirê kafeyeke înternetê, ji kesekî bi rêya Facebookê pê re diaxivî peyama 'Em ê êrîşî avahiya HDP'ê bikin, tu li ku ye?" nivîsandiye.

Derket holê ku li taxa Cevdet Paşa ya Wanê, kesekî ket hundirê kafeyeke înternetê, ji kesekî bi rêya Facebookê pê re diaxivî peyama 'Em ê êrîşî avahiya HDP'ê bikin, tu li ku ye?" nivîsandiye.

Duh bi şev, xwediyê Înternet Cafeyê, axaftina kesekî jê guman dikir, şopand. Kesê ku haya wî jê tinebû xwediyê Înternet Cafeyê axaftina wî dişopîne, ji kesê bi navê Mûstafa Akin ê pê re diaxvivî nivîsandiye, "Divê em hev du bibînin, em ê êrîşî avahiya HDP'ê bikin, min xwest bang li te jî bikim."

Xwediyê Înternet Cafeyê wêneyê vê axaftinê girt û agahî da Hevserokatiya HDP'ê ya Bajarê Wanê. Der heqê kesên mijara gotinê de lêkolîn dewam dike.