Li Wanê ceza li siyasetmedaran hate barandin

Dadgeha Tirkan ceza li siyasetmedaran barand ên ku di ‘Doza Sereke ya KCK-Wanê’ de dihat darizandin.

Zextên qirkirina siyasî yên rejîma AKP-MHP’ê didome.

Siyasetmedarên ku di ‘Doza Sereke ya KCK-Wanê’ de dihat darizandin, ceza li wan hate barandin. Li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya 8 sal û 9 meh, li yên din jî ji 7 sal û 6 mehan heta 8 sal û 9 mehan ceza hate birîn. Dadgehê biryara girtina hemû bersûcan da yên ku ne girtî bûn.

Saziya Darizandinê ji bo Kaya û 13 kesên ku bi hinceta ku çûne şînê, Newroz, Cejna Zimanê Kurdî, 8’ê Adarê û li wê derê axivîne, diyar kiribû ku ev tişt li dijî qanûnan e.